Polîtîk

Naveroka peymana kurdên rojava li vir bixwîne

Îro li bajarê Hewlêrê, bi amadebûn û bi çavdêriya serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî partî û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê peymanek bi navê peymannameya Hewlêrê îmze kirin.

Li gor vê peymanê,  konseyeke hevbeş bi navê (Konseya Bala a Kurdî)  di navbera ENKS û Civata Gel ya Rojawayê Kurdistanê de tê damezrandin.  Erkê Konseya Bala a Kurdî  amadekirina siyaseteke giştî ji bo kurdên suriyê û birêvebirina xebata kurdên rojawayê Kurdistanê di vê pêvajoya hesad deye.

Li gor KTVê, Her di vê peymannameyê de tekez li ser vê yekê jî hatiye kirin ku, çênabe ti aliyek bi rêya mediyayê êrîşa aliyeke din bike.

Piştî bidawîhatina merasima îmzekirina peymannameyê,  serok Barzanî jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî aliyên siyasî û kurdên rojawayê Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir daku, li hember guhertinên heyî yên li Sûriyayê de yekgirtî û yekhelwest bin û parêzgariya bihêz ya mafên xwe yên reva bikin û ev yek jî bi tenê bi yekrêzî û yekdengî dibe.

Ev li jêr çen xalên giring yên rêkeftina Hewlêrê a di navbera ENKS û Civata Gel ya Rojawayê Kurdistanê de hatiye îmzakirin:

1- Dana mekanîzmeke pêwîst bo cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê

2- Pêkanîna konseyeke bala bi navê (Konseya Bala a Kurdî) ku serokatiya xebatên kurdên rojava bike.

3- Pêkanîna 3 komîteyên pispor bo çavdêrîkirina karên meydanî.

4- Ragirtina şerê ragehandinê bi hemû awayî

5- Heramkirina bikaranîna şidetê

6- Piştbestin bi belgenameyên rêkeftina Hewlêrê ku, mekanîzma karkirinê diyarkiriye

7- Pêkanîna komîteyna di nava du heftiyan ji roja îmzakirina peymanê

 

Back to top button