Polîtîk

Yekitî bi destê serok Barzanî hat

 

Li Kurdistana Rojava, di navbera Kurdan de rojên dîrokî diqewimin. Zêdetirî salekêye ku, li Suriyê di navbera rejîma Baas û Muxalifan de şer û pevçûn hene.  Di vê pêvajoyê de, heta roja îro, Kurd, di nav xwe de a ku ji wan dihat payîn nekirin. Di nav partiyên Rojava de, nakokî û car caran jî pevçûn hebûn. Helbet sedemên van nakokiyan gellekên lê di pêvajoyeke evqas nazik de, berî her tiştî, di çarçova armanceke hevbeş de tevgerîn, li ser milê her Kurdêkî peywireke  pîroz bû. 

Hefta çûnê, Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî, serokên partiyên Suriyê, Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim Mihemmed û Serokê  Azadiyê Mistefa Cuma vexwndibû Hewlêrê û bi wan re li ser yekitî û bi hev re tevgerînê hevdîtin lidarxistibû. Barzanî diyar kiribû ku, ger hûn yekitiya xwe ava  bikin, ez her tim li pişt we me. Serokên partiyên Kurdên Suriyê, Serok Barzanî mehçûp nekirin û yakitiya xwe ava kirin. Ji bo Kurdistana Rojava, ev yekitî gaveke  bêhempaye.

Di pêşengiya Serok Barzanî de, Kurdên Rojava 4 roja li Hewlêrê civiyan. Hewldanên Serok Barzanî encam da û partiyên Rojava, êdî dike bi hev re tevbigerin. Endamê Konseya Neteweya Kurd a Suriyê Kawa Azîz jî beşdarî civînan bû û diyar kir ku, Kurdên Suriyê ber bi azadiyê ve dimeşin. Kawa Azîz wiha dibêje:

 Kurdên Suriyê ber bi azadiyê û serxwebûnê ve dimeşin, ev gavana gellekî girîng in. Li gorî peymana hatiye morkirin, her du konsey, dike saziyeke bilind ava  bikin. Ev saziya, li derve û hundir, dike 3 komîteyên ewlekariyê ava bikin û hevbeş bixebitin. Bi vê, xetereyên ku Kurd muhtemele rû bi rû bimînin, dike bi hev re xebatê ji holê were rakirin. Ger her alî li ser esasê peymana morkirî tevnegere, muhtemele ku pêşeroj û azadiya Kurdên Kurdistana Rojava têxine talukê. 

Dîsa di çapemeniyê de cih digre ku, ev gava yekitiyê a ku bi saya Serok Barzanî xwe gihandiyê vê qonaxê, tê nirxandin ku, yekitiya Kurdên Rojava, ji bo rejîma  Beşşar Esad derbeyeke. Tê şîrovekirin ku Serok Barzanî, Esad xistiye tengasiyê. Ev ne nêrîneke rast e. Yekitiya Kurdan çima ji bo hin kesan bibe tehdît. 

Kurd, her tim di armanca, di nav xwe de yekitî, bi derdora xwe re dostanîyê de ne.      

 

Back to top button