Dosya

Siyaseta Amerîka, dûrketina ji Bexda û nêzîkbûna Kurdistanê

Bi dirêjahiya salên derbasbûyî Amerîka milyaran dolar li Bexdayê xerc kir û ew hemû armancên wê yên li Iraqê pêknehatin û her wiha Bexda bûye ciheke bi hêzê Îranê. Niha dema siyaseteke dine û berdewambûna li ser heman şaşiyên berê kareke ne guncave û pêwîste êdî Washington berê xwe bide Kurdistanê û ji Bexda dûr bikevê.

Li babeteke Diliman Abdulkader li kovara Washington Examiner hatiye belavkirin ku berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn bi berdewamî paşvekêşiyê daye, Washington hewla kontrolkirina çekên navekî (atom) û teror û berevanîkirina Îsraîlê hevpeymanê xwe li navçeyê da dike, lê belê eve hemû pêknehatin û navçeyê teror û tundî zêdetir belavbû. Ji bilî wê jî pêgeh û desthilata Amerîka li Iraqê li piştî 2011 ve roj bi roj rû li daketinê daye û heta kar gihîştiye wê yekê ku Parlemena Iraqê ku ji aliyê opozisyonên rejîma Be’esê rûxayî pêkhatiye û berê spasî Amerîkayê dikirin ku Seddam rûxand, lê niha biryara derxistina hêzên Amerîka li Iraqê didin.

Pêwîste Amerîka bîr û hizra bijareyeke din bike û bi tevahî xizmeta berjewendiyên Rojhilata Navîn dike, siyasetkarên Amerîka divê bi lez li ser stratejiyeke nû ji bo piştevanîkirina Kurdistana Iraqê ya nîv serbixwe bi awayeke berfirehtir û zêdetir hengavan bavêjin.

Stratejiya kevin ya Amerîka bi tevahî şikest anî ku zêdetir bala xwe dabû Bexda, ji ber wê yekê jî bi milyaran dolarên Washington li Iraqê li rûyê serbazî û aborî û avadaniyê ve hatin xerc kirin, bo ku Iraqeke demokrat û modern li gor bingehên welatên rojava ava bike. Lê belê ev bi tevahî şikest anîn û li şûna guherîna civakê ji bo demokratî siyaseta mezhebî zêdetir kûrbû û gendelî jî li Iraqê bi tevahî serîhildaye û serketiye û rawestandina wê kareke giran û zehmete.

Li gor wan zanyariyên ku xistine rû, rizgariya Iraqê û projeya avakirina Iraqeke demokrat û modern, xwîna çar hezar û 581 Amerîkî û dû trîlyon dolar li 17 salên derbasbûyî de lêçûye. Lê belê niha jiyana civaka Iraqê ji hemû serdemek xeraptire û li navçeyê de bûne xweliyên gengeşeya berdewam ya di navbera Îran û Amerîka.

Hemû hengavên Amerîka şikestê dixwin, ji ber ku xelkê Başûr bi taybetî berjewendiya çandî û olî û aborî hevbeşiya wan li gel Îranê heye ku eve jî bûye astengiyeke mezin û hemû çareseriyên Amerîka ku dixwest vê astengiyê nehêle, şikest anîn û serneket.

Piştî 17 salan pêwîste Amerîka êdî li pey berjewendiyên xwe bikevê. Ji ber ku kontrolkirina navçeyên dinê Iraqê bûye kareke gengaz û siyaseta cengeke bê dawî li gel Îranê li ser wan navçeyan pêwîste, lê belê girînge Amerîka vê rastiyê qebul bike û rê bide ku Îran wan navçeyan kontrol bike û wekî navçeyên dinê Îranê bibin wêrane û xelkê wan li xeraptirîn rewşê da bijîn û tenê ewe nebê ku Amerîka divê bijareyeke din biceribîne ku ew jî pêşxistina tevahiya Herêma Kurdistane û piştevanîkirina wê ye bi asteke gelek mezintir û berfirehtir, eve wiha dike ku Iraqî hizr û bîra ewe bikin ku siyaseta rawestana dijî Amerîka wan ji pêşketin û xweşiyê bêbeş dike û wan dike Îraneke wêrane.

Pêwîste girîngiyê bidin pêşxistina Kurdistanê û heta paşê navçeyên din ew bi xwe daxwaz ji Amerîka bikin ku vegerin.

Li ber girtina wê bijareyê gelek giran nîne, ji ber ku gelê Kurdistanê bi tevahî dostê Amerîkane û germtirîn pêşwaziyê li Amerîka û hêzên wê kirine. Ji bilî wê jî veberhênanên Amerîka li Kurdistanê encamên xwe yên gelek baş dibê. Bi berevajiya navçeyên dinê Iraqê ku herdem encamên xerap û ziyanbexşbûn. Bi piştevaniya Amerîka Kurdistan dikarê bibê xweşiktirîn mînaka demokratî û pêşketina li navçeyê de û qerebûya wê şikesta mezin jî bike ku 17 sale Amerîka li Iraqê tamkiriye.

Bi piştrastiyê ve Kurdistan pêwîstî bi hevkariya Amerîka heye, bo ku li hemû waran de zêdetir bihêztir û pêşketîtir bê û samaneke mezina xwezayî jî heye ku derfeteke mezinin ji bo veberhênerên Amerîkî heta li navçeyê bê hîç kêşeyek bimînin. Piştî bihêzkirina Kurdistanê û cêgîrbûna Amerîka li Iraqê, êdî dikarî hêdî hêdî berev navîn û xwarê ya Iraqê ve biçê û siyaseta kontrolkirina eşîran û dirustkirina piştevaniya eşîran ji bo Amerîka desteber bike û navçeyên wan ji Îran werbigre.

Back to top button