Civak

Hêzên Iraqî dexl û danê cotkarên Kurdan dişewitînin

Êvariya îro çarşem hêzên Iraqiyan li navçeyeke di navbera bajaroka Kifrî ya li tixûbê îdarey Germiyan û bajaroka Xurmatû ku navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ye, operasyonek encam dan û bûne sedema şewitandina dexl û danê cotkaran.

Cemal Salih Birêveberê bajaroka Zînaneya ser bi bajaroka Kifrî eşkere kir di dema birêveçûna operasyona hêzên Iraqiyan ku ji hêzên Heşda Şe’bî û Artêşê pêkhatibûn li gundên Pelkane, Xere û Şorawe bombebarana terorîstên Da’îş kirin û ji ber wê yekê jî agir li zeviyên cotkarên ket.

Muhyedîn Reşîd wekî yek ji cotkarên xwedî zevî ya li Zînane jî eşkere kir li encama bombebarana firokeya serbazên Iraqî, zeviyên cotkarên gundên Pelkane, Xere û Şorawe nêzîkî 500 donim zevî dexl û danên 15 cotkarên navçeyê şewitiye, eve jî piştî wê yekê pêkhat ku agir bi pûş û giyayên hişk gihişt dexl û danên cotkaran.

Husên Mihemed Birêveberê Çandina Xurmatû jî eşkere kir ku heta niha zêdetirê 500 donim zevî dexl û danên cotkaran hatiye şewitandin. Her wiha got: Hîç soz û hewleke Hikûmeta navend li holê da nîne ku qerebûkirina cotkaran jî bike. Ji berku neku îsal, sala par jî cotkar nehatin qerebû kirin.

Back to top button