
Piştî belavbûna nûçeya ji aliyê Îranê ve şandina 36 milyar dolar û 80 ton zêr li Silêmaniyê, Endameka Encûmena Parêzgeha Silêmanî li Fraksiyona Goran dibêje: Ew wê nûçeyê nebihîstiye, lê dûvdaçûnê ji bo rastî û dirustiya wê dikin.
Li roja sêşem 02.06.2020 li civîneke fermî ya Parlemena Îran, Kerîm Qudusî Parlementerê Nûnerê Meşhed li Parlemen ragihand, sê sal berê(sala 2017 ku referanduma serxwebûna Kurdisanê hebû) 36 milyar û 100 milyon dolar û 80 ton zêr bi fermanê Hesen Ruhanî Serok Komarê Îranê ve şandine Silêmaniyê.
Li vî derbarî de Sêwe Hemexidir Endama Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê li Fraksiyona Goran îro çarşem 03.06.2020 ragihand, hîç tişteke bi vî awayî nebihîstiye û ji bo derxistina wê rastiyê dûvdaçûnê dikin.
Heman demî de Hoşyar Îsmaîl Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Silêmanî ragihand, ew babet naçê eqil, ji ber ku Îran bi xwe li nava qeyranê daye û hîç nake pereyeke wiha zêde ji bo Silêmaniyê naşîne. Her wih ronahî kir, ew pirse eger mecala rastî têbûya, dûvdaçûnê ji bo wê dikirin, lê belê wekî xewneke.