Siyaset kirasek ji êgir e
Siyasetmedarên welatekî serbixwe û serdest dikarin xwe di çarçoveya heq û hihûqên zagonên xwe de her tiştî bêjin, her helwestê deynin, xwe biparêzin û xwe misoger (garantî) bikin.
Nûrî Çelîk
Berî her tiştî ez vê yekê diyar bikim. Siyaset kirasek ji êgir e. Ev kiras wê hem germ bibe, hem bişewite û hem jî meriv bi xwe re bişewitîne.
Siyasetmedar ji lêxistin û şeqşeqa çepikan zêdetir rexneyan distînin, tên rexnekirin. Heger ber bi rexneyê ve neçe û guh nede rexneyan, ev tê wê maneyê ku ew hê nebûye siyasetmedar. Siyasetmedarê ku bibêje ez siyasetmedar im, guh nede rexneyên civaka xwe û ji gotin, kiryar û meqamê xwe neyê xwarê û wî meqamî ji xwe re pîroz bibîne, ji zirarê pêve tiştekî din nade partî û alîgirên xwe. Tew nikare tu tiştekî bide civaka xwe.
Heke em bixwazin û bidin dû çepik, pesindarî û mezinatîyê, emê gavekê bi pêş de û deh gavan bi paş de herin. Di welatekî serbixwe de belkî ev helwest ne dûrî aqilan bê dîtin. Lê di welatekî bindest wek Kurdistanê û di civakek wek civaka Kurd de çepik, pesindarî, mezinatî, pozbilindî û meqamhezî di pêşketina doz û armancên pîroz de dibin asteng. Rexne bertek in, nerazîbûn in, ji bo rêlibergirtina kêmasî û xeletîyan e. Ji bo dubarenekirina kêmasî û xeletîyan wek dersa dibistanê ye. Yên jê dersê bigirin bi pêş dikevin, yên jê dersê negirin di cîhê xwe de dihejmêrin û diteqinin.
Di siyasetê de bêterefî, bêalîtî, bêhelwestî tuneye. Her siyasetmedar xwedîyê bîr û rayekê ye, xwedîyê helwestekê ye, ne bê teref e. Ev di çapemenîyê de jî wilo ye, di bazirganîyê de jî. Her alî xwedîyê dîtin û helwestekê ye. Kes nikare bêje divê siyasetmedar yan rojnamevanek bê helwest be, bê teref be. Her insan di hest û helwestên xwe de, di mejî û hişmendîya xwe de baş yan xirab xwedîyê dîtin û rayekê ye. Yanî kesekî bê teref û bê alî tuneye. Bêterefî bi xwe jî biryar û helwestek e, ango terefê sêyemîn e. Ji ber vê yekê, di siyasetê de bêterefî nabe. Tu bixwazî bêteref bimînî jî şertên siyasetê, konjonktûr û qada ku siyaset tê de tê kirin nahêle tu bê teref bî. Ji ber vê siyaset kirasek ji êgîr e. Tu bikî wê te bişewitîne, tu nekî wê peşkên wê li te bikevin û dîsa te bişewitîne.
Di welatekî serbixwe û ristek (sîstemek) rûniştî û xwedî mak û zagon de kirina siyasetê ji siyaset û siyasetkirina welat yan milletekî bê dewlet hêsantir û cudatir e. Siyasetmedarên welatekî serbixwe û serdest dikarin xwe di çarçoveya heq û hihûqên zagonên xwe de her tiştî bêjin, her helwestê deynin, xwe biparêzin û xwe misoger (garantî) bikin. Lê ji bo siyasetmedarên welatekî bindest û dagîrkirî (wek me Kurdan) siyaset û bi taybet jî siyaseta netewî û Kurdayetîyê ji kirasekî êgir jî wêdetir e. Tu siyasetê bikî jî tu dişewitî, tu nekî jî. Tu siyasetek bê teref û serbixwe bikî jî tu dişewitî, tu siyasetek Kurdewarî bikî jî tu dişewitî, tu têkevî nav partîyên wan û bi wan re siyasetê bikî jî tu dişewitî. Rewşa Wekîlê CHP ê Amedê Sezgîn Tanrikulu nimûneya herî piçûk e.
Siyaset û polîtîka dewleta Tirk a li hember Kurdan kifş û zelal e. Înkar, zilm, qirkirin û asîmîlasyona Kurdan ji bo wan şertekê man û nemanê ye. Tu di nav kîjan partîyên sîstemê de kar bikî bike, tu 101 salî xizmeta wan bikî jî, di dawîyê de tu Kurd î û heger tu behsa maf û heq û hihûkekî herî piçûk bikî yan tu rastîya zilimkarîya wan bikî, wê tofanê li serê te rakin û berê te bidin zindanê. Tu di nav partîyên wan de bî yan nebî, wek kesayet, partî yan siyasetmedar gava tu ji bo Kurdan behsa heq û hihûqê herî piçûk bikî jî dîsa heman tofan tê serê te. Em tev vê rastîyê dizanin, eşkere û ne veşartî ye.
Min gelek caran anîye ser zimên, a girîng ne ew e ku Kurd di nav partîyên dewletê de cîh bigrin. A girîngtir ew e ku gelo wê siyasetmedarên Kurd di nav wan partîyan de karibin Kurdayetîyê bikin, wê karibin heq û hiqûqê milletê Kurd biparêzin, wê karibin hest û helwestek netewî nîşan bidin yan na. Heger em nikaribin di nav partîyên dewletê de xwedî li van nirxên xwe derkevin yan şert û şirûtên paraztina wan nirxan di nav wan partîyan de tunebin, tu sebeb tuneye ku em di nav de bimînin û bibin şirîkê gunehên wan.
Siyaseta bi îcazet û wesayet tucarî bi ser neketiye û nakeve jî. Ev ji bo rêxistin û partîyên Kurdistanî jî wilo ye. Kes yan partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin û doza barê giran dikin, divê wî kirasê ji êgir li xwe bikin û li gor wê gavan bavêjin. Barê Kurdistanê, siyasetek Kurdistanî di welatekî mîna Tirkîyê de kirasekî ji êgir e. Kesên ku ev kiras li bejna wan neyê û destê xwe nexin bin kevir, divê bi xewn û xeyalên Kurdan nelîzin û hêvîyên wan beravêtî nekin.
Bi vê minasebetê ez yekîtîya PAK û TEVGER ê pîroz dikim û ji Partîya Welatparêzên Kurdistanê re serketinê dixwazim.