Şivan

Ya rast tiştê ku mirovan xembar dike, ne tehdîdkirina Şivan e. Xembariya rastî, hewla biçûkxistina kesekî wekî Şivan e. Îro bixwe jî, di guhên kesên ku tevî Muhsîn Kizilkaya û Mehmet Metîner, Şivan tehdîd dikin de dengê wî heye. Tiştê ku neteweyek dike netewe, siyaset û çeka wî nîne; lê ziman, muzîk û hunera wî ye.Îro li her deverê erdnîgariya/cografyaya kurdan, dengê Şivan tê bihîstin. Sibê jî yê ku bê bihîstin, dengê wî ye. kesên ku Şivan tehdîd dikin, ma çi mafê wan li ser Şivan heye, lê mafê Şivan li ser hemûyan heye. Kîjan ciwanê kurdê evîndar, guh nedaye Şivan û têrderd nebûye?
Kîjan kurdê ku bi êşan, bi zilman şewitiye, di dengê Şivan de hêrsa xwe nedît?
Di dawetan de hûn bi stranên Şivan reqisîn, we bi kilamên Şivan hêrsa xwe rakir, hûn di êş û janan de bi zêmarên Şivan teselî bûn.
Ma hûnê niha Şivan bikujin?
Kurtuluş Tayîz, gelek rast gotibû; “Şivan Kurdistan e.”
Kesê ku Şivan bikuje, wê Kurdistanê bikuje.
Leyla Zana wêrekiya sekna li cem Şivan nîşan da.
Selahattîn Demîrtaş, li dijî tehdîdkirina sê rewşenbîrên kurd dengê xwe bilind kir.
Ma ev bes e?
Li ku ne bi milyonan kesên ku guhdariya Şivan dikin?
Li ku ne ew kesên ku bi dengê wî digirîn û bi dengê wî dikenin?
Di rojên zehmet de Şivan ew bi tenê nehiştin, lê niha ew kesên ku bi milyonan hene, Şivan bi tenê dihêlin.
Çi ye, Şivan bi AKP’yiyan re axiviye.
Apo, ne ku bi AKP’yiyan, lê rasterast bi zilamên dewletê re diaxive.
Lê Apo lîderekî siyasî ye, axaftina wî ya bi kesê ku bixwaze re heq e, lê hunermendek nikare biryara xwe bide bê wê bi kî re biaxive ne wisa?
Zihniyeta ku mafê nîşanî rêberekî siyasî dide, nîşanî hunermendekî nade, gelo dikare bibe zihniyeteke “serbixwe?”
Serbixwebûn, bi nîşandana dilwêrekiya xwedîlêderketina hunera xwe, hunermendê xwe destpê dike.
Şivanê ku tu li dijî tirkan diparêzî, heke tu li dijî kurdan neparêzî, tê çawa bibî serbixwe?
Wê tirk herin û kûmsorên kurd werin cihê we.
Ma serbixwebûn ev e?
Serbixwebûn, azadî ye, bêyî ku ji kesekî bitirsî fikirandin e, bêyî ku ji kesekî bitirsî hezkirin e, bêyî ku ji kesekî bitirsî parastina hezkiriyê bixwe ye
Min berê jî nivîsandibû, beriya çend salan di nav almanan de lêkolînekê çêkiribûn û pirsîbûn; “Wekî almanek, aliyê we yê ku herî zêde hûn pê dipesinin çi ye?”
Piraniyeke mezin ji almanan di bersiva xwe de gotibûn “çanda me.”
Gelo taybetmendiya ku herî zêde kurd pê dipesinin çi ye?
Sîleh e?
Şer e?
Roj tê şer diqede.
Wê gavê hûnê bi çi yê xwe bipesinin?
Hûnê di dema wî ya zor de bi terikandina xwe ya bi Şivan bipesinin? Ew Şivanê ku di rojên dirêj ên berfê de, di çolterên bêdeng de, di qulên şikeftan de, di tenêtiyê de, di terikandinê de, di êşê de, di hêrsê de, di kêfxweşiyê de, di dema ji we tê hezkirin de, di dema ku hûn hez dikin de, di bêrîkirina we de, di demên we yên bêçaretiyê de terka we neda, bi dengê xwe her li cem we bû…
Ne ji kesî, lê ji Apo dipirsim.
Tê parastina Şivan ji min re bihêlî?
Tê vê wekî şermendebûnê nehesibînî?
Wê nasnameya te ya kurd ku te jiyana xwe bexşî wê kiriye, nasnameya te ya ku ji bo wê ketî hepsan, wê bêyî Şivan kêm nemîne gelo?
Kesên ku bi navê te Şivan bi kuştinê tehdîd dikin, wê qet te nerehet neke?
Vî zilamî 36 salên xwe li sirgunê derbas kirin.
Wî yek rojekê jî kurdan, kurdayetiyê, gelê xwe neterikand, ew tenê nehiştin.
Şivanê qerase, bi kî re biaxive, çi biaxive gelo wê ji kesên din fêr bibe? Ciwanên di temenê kurê wî de ku destên wan çek hildigire wê fêrî wî bikin, bê ewê kengê çi bike?
Hûn dixwazin bibin kesên serbixwe, naxwe bala xwe bidin Şivan.
Ji ber ku ew dengekî serbixwe ye.
Kesekî ku bi tena serê xwe biryaran dide, biryarên ku daye pêk tîne û natirse.
Di Şerê Cezayîrê de, bersiva De Gaulle ya ji bo kesên ku dixwestin Sartre’ê ku piştgiriya Cezayîriyan dikir ceza bikin gelek tê zanîn : “Sartre Fransa ye.”Kêfa min gelek ji bersiva Lenîn a ji bo kesên ku dixwestin Mayakovskî bişînin leşkeriyê jî tê :
“Em hewçend ne dewlemend in ku hesinên zêrîn li bin postalên xwe bixin. ”
Di nav lîderan de yê ku destdirêjiya hunermendê xwe kiriye û bi xêr hatiye yadkirin zêde tunene.
Bila Apo biryara xwe bide, ew zêdetir Franco’yê ku Lorca kuştiye an Lenînê ku li Mayakovskî xwedî derketiye diecibîne. Herçî gelê kurd e, bila ew jî biryara xwe bide bê “hewçend dewlemend e ku hesinên zêrîn li bin postalên xwe bixe.”
Qet ji bîr nekin, wê rojek were emê hemû bimirin û winda bibin.
Lê wê dengê Şivan ê li çiyayan olan dide bimîne.
Ahmet Altan
*Taraf / 9 Adar 2011 Çarşem
Ji Tirkî Werger: RO/Jar jan Dilpola
(Rizgarî)