Nivîsar

Dîtina Hewlêrê cudatir e

Ji bo hevdîtinekê hatime Hewlêrê.

Min xwest li Hewlêrê bigerim û  bi çavê rojnamevanekî lê binêrim û bibihîsim ka kî li kuderê çi dibêje.

Ev du rojin li vî bajarê mezin im, ku êdî ji Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê re bûye mîna qubleyekê. Tu ji kîjan beşê Kurdistanê, heta bi ji kîjan gund û bajarê Kurdistanê bixwazî, dikarî li vê derê Kurdan bibînî.

Herçiqasî Kurdên beşên din yên Kurdistanê gazina nestandina mafê rûniştinê dikin jî, lê dibêjin rewşa wan baş e, karê wan heye û ji halê xwe memnûn in.

Mehmûd, ku ji Amûdê ye, dibêje ew 4 salin li Hewlêrê ye, heta niha mafê rûniştinê nestandiye, lê kar dike, boyaxê dike, pereyên ku distîne jî nêzîkî 1200 dolar e. “Şukur ji xwedê û serok Barzanî re” dibêje. Ew li bajarê xwe bêkar bû, li vê derê xwedî kar e.

Mehmûd diyar dike ku eger ew li Amûdê be, ewê nikaribe nîvê wan peran qezenc bike û her demê di bin tehdîd û zora istîxbaratan de be. Weke ku min dît kêfa wî gelekî li cih bû. Lê belê ne rihet bû, ji ber ku mafê wî yê rûniştinê tune bû.

Mehmûd û gelek kesên din yên li Hewlêrê û bajarê din yên Kurdistanê kar dikin, dixwazin çareyek ji rûniştina wan re were dîtin.

Ebdulrezaq ji bajarê Kobanî ye. Xwediyê kompanya transferkirina pereyane ji bo Sûriyê. Dibêje, zêdetirî 2500 Kurd ji Kobanî li başûr û bi taybetî li Hewlêr, Duhok û Zzxo dijîn. Ew dizane rojane çiqas pere diçin Kobanî.

Min gelek kes dîtin, gelekî li nava bajêr geriyam. Ji dikandaran, dendikfiroşan, şofêrên taksiyan heta bi berpirsiyaran, min rewşa Hewlêrê pirs kir, bersiva hemûyan hema hema ev bû: “Hewlêr gelekî aram e, jiyan pir normal e, her kes li ser karê xwe ye…”

Bi rastî jî jiyan li Hewlêr aram e. Bi qasî ku min dît her kes li ser karê xwe ye û tiştekî awarte tune ye.

Ne weke ku li derve dibêjin “Hewlêr jî li ser tetîkê ye”.

Raste milet ji gelek tiştan ne razî ye û guhertinê dixwaze, lê belê ne hilweşandin û xerabkirinê. Milet ji hebûna gendelî û bêkariyê ne razî ye. Lê li aliyê din jî milet li dije ku destkeftiyên heta niha hatine bi destxistin ji dest werin birin.

Ciwan bêkar in. Lê beşekî mezin ji wan kêfa wan ji bêkariyê re tê, ji ber ku ji 2-3 cihan mûçe werdigirin, kar nakin, xwe nawestînin, di nava tembeliyekê de dijîn. Kesên ku kar dikin û avakirina Kurdistanê û geşepêdanan wê de bêhtir kedê didin, niha Kurdên beşên din yên Kurdistanê ne.

Balkêş e, roj bi roj hejmara Kurdên din li başûr zêde dibe. Hemû jî kar dikin. hemû jî bi dilekî germ beşdarî avakirina Kurdistanê dibin.

Problema wan tenê ewe ku nikarin mafê rûniştinê bistînin. Hikûmet, pêwîste çareyekê ji rewşa wan re bibîne.

Şofêrekî taksiyê dibêje: “Kar kêm e, rewşa me jî ne baş e, ez hem şofêrê taksiyê me, hem jî mamosta me, sê lawên min hene, bêkar in, ji me re kargeh lazim in, bêkarî tiştekî pir xerab e…”

Şofêrê taksiyê berdewam dike: “Raste em ji rewşê ne razî ne, raste gendelî û dizîn heye, lê belê Noşîrwan xewnan dibîne, fermo bila dakeve hilbijartinan, ka kî çiqas deng tîne…”

Tiştê herî zêde ji bo min balkêş vê carê ciwanên ku xwe ji bo parastina Kerkkûkê amade kiribûn. Bêhtirî wan Kurdên rojava bûn.

Xortek bi navê Ciwan ji Batmanê dibêje: Em grûpeke mezin ji xortan li vir in, me serî li Zêrevanî da ji bo ku em bi pêşmergeyan re biçin Kerkûkê. Ev der welatê me ye jî, em ji vê axê duxun û vedixun, eger mirinek ji bo Kerkûkê hebe, bila em jî di nav de bin. Bi rastî piştre min gelek ciwanên din dîtin, digotin me xwe ji bo Kerkûkê amade kiriye.

Min ji general Ezîz Weysî pirs kir, got hejmareke mezin ji ciwanan serî lê didin ku biçin Kerkûkê biparêzin.

Li aliyê din ji niha ve heyecana amadekariyên hilbijartinan dest pê kirine.

Milet li Hewlêrê pir bi xwe bawer e.

Dema ku min li cem kuafêrekî porê xwe jêdikir, min guhdarî suhbeta du kesan kir, yekî digot, ewê rê nedin tu kesekî ku dest bavêje Hewlêrê û kevirekî têde bihejîne.

Min pirs kir, niyeta kesekî heye ku kevirekî ji Hewlêrê ji cihê wî bilevîne, got: Heye kaka heye, dijminên derve bi alîkariya dijminên hundir, dixwazin van destkeftiyan têk bibin, lê em bi tu awahê rê nadin. Got, eger were xwestin ewê careke din berê xwe bide çiyan û bibe pêşmerge.

Festîvala Mihemed Şêxo

Di vê navberê de min mecal dît ku beşdarî Festîval Mihemed Şêxo bibim. Di festîvalê de min gelek dost û heval dîtin.

Îdareya festîvalê ji min xwest ku moderasyonea semînerekê bikim.

Semîner sibe seet 10.00 li Hola Pêşewa li wezareta rewşenbîrî dest pê dike.

Mîlyonêrekî Kurd sponsoriya festîvalê dike, ew li Bexdayê ye, ewê îro were, yan îro yan jî sibe ezê wî bibînim û çend pirsên girêdayî karê wî û lidarxistina Festîvala Mihemed Şêxo jê bikim.

Ji xwarina zêde pir hez nakim, lê ji duh ve min soza xwarinê daye dostekî, Niha seet 18.18, waye hunemendê me Brader ji wê tê, emê bi hev re biçin.

Niha bi xatirê we.

Dilbixwîn Dara

 

(Avestakaurd)
Back to top button