Civak

Şivan Perwer serdana cîgirê serokwezîrê Tirkiye kir

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc seredana Almanya kir. Gelek kesan li otêla ku Arinc dimaya serdana Arinc kir. Hûnêrmendê kurd Şivan Perwer jî derangê şevê li Otela ku Aric lê dima serdana Arinc kir.Perwer hinek CD yên xwe  wek diyarî dan Bulent Arinc.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye ji Şivan xwest ku pişgirya TRT 6-ê bike, Şivan ji Arinî re got: Her roj stran û klîpên min di TRT 6-ê de tên weşandin. Ez dikarim projeyek hê mestir  û bi naverok ji were bêjim, ez dikarim di konserekî de bi hevkariya senfoniyekî îcra bikim û bila TRT 6 jî vê konsera min zindî biweşîne.
Arinc ji bo vê pêşniyara Şivan got dibê ezê li gel TRT 6-ê xeber bidim. Li ser vê yekê Şivan got: Wezîrê rewşenbî yê Tirkiye  Ertugrul Gunay dixwazê ez li gel Neşet Ertaş konserekî pêkbînim. Lê di sere min de navên cuda hene. Ez dikarim li gel Sezen Aksu, Tarkan  û Sertab Erener strana bêjim.

Li ser vegera Tirkiye jî Şivan got: Ji bo tişta ez bêjim û bikim, ez naxwazim dilê kesekî bişke. Ji bo vê jî divê di demek musaît  ev yek pêkwerê.
Wek tê zanîn çûyina hûnêrmendê kurd ya Tirkiye azade tu doz yan jî biryara girtina Şivan tuneye.

 

 

Jêder: sonhaber

Werger: Rojevakurd

Back to top button