Polîtîk

Peymanên petrolê yên Kurdistan hatin naskirin

Serokwezîrê hikumeta federal a Iraqê Nurî El Malîkî di daxuyaniya xwe ya li qesra serokwezîriyê de da zanîn ku paymanên petrola digel Kurdistanê nas dikin û  peymanên li ser petrol jî muteberin.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî diyar kir ku piştî hevdîtinên çend mehan ji aliyê wan ve biryara naskirina peymanên petrolê hate girtin.

Malîkî balkişand li ser petrolên Iraqê û got: Petrola başûrê Iraqê ji ber ki li nêzîkî zemîneyê, bi awayekî asan tên derxistin lê ji bo derxistina petrolên herêma Kurdistanê pêwîstiya hewldanên taybet hene.

Rêveberiya hikumeta herêmê Kurdistan ki ber dubendiya şîrketên biyanî û Bexdayê ji sala 2009’an û vir ve îxracatê petrolê dabû sekinandin û piştî roja çarşem jî ji nû ve dest bi îxracatê kirîbû.

Ji aliyê hîn pisporan ve daxuyaniyek hate dayîn ku daxuyaniya Malîkî daxuyaniyek dîrokiye ji ber ku polîtikaya Wezîrê Petrol yê berê Huseyin Şahristanî ku bidawî bû.

Back to top button