Şivan ozanê azadiyê ye
Xaîn dîtin, Gotinên Xirap û Tehdîda ser Şivan Perwer, tûcar nay tahmûlkirin û kabulkirin. Şivan PERWER, yek ji hûnermendên hêri berz û hêjayîyê Kurd û Kurdistaneye. Karim bi hêsanî bêjim, ku ew bi serê xwe ev 35 sale, bi deng, lorî, sitran û tembura xwe, bi Zimanên Kurdî, heyîya, hejayîya dewlemendîya çanda Kurdistaniya xweş, şêrîn, bi rûmet û mezin kiriye.
Şivan PERWER, her tim bi istikrar, bi salan, bi Ozaniya xwe, pişgiriya hemû hêzên neteweya gelê Kurda kiriye, ji bo berjevendiyên neteweyî, bangi Yekitiya Kurda kir û her tim bi baweri, bi dil û can bi mûzika xwey hevdem, bi zimanên Kurdî, sitranên xwey gelenperi, ji bo çar perçên Kurdistane, ji hêzkirina hêstên netewayeti, ew gelê xwey bindest, bi coşekî mezin bi hêvîyen azadiyan zindî û li ser piya hişt.
Xwêziya tişta ku Şivan PERWER, ev 35 sale, biserê xwe, bi Hûnermendîya xwe, di karê xwede xizmeta ku wî, ji bo Kurdistaniya kiriye û gelê xwe hêskiriye, ew berpirsên Parti, Tevger û Grubên siyasî, di karê xwe de, ji bo Rizgarî û Azadîya netewa Kurdistane, çeyrêga wî, bi rasti mêşandibûna, e we rewşa Kurde bakur nê di vî halîdabûna.
Bila parikî em li xwe vegerin, em sûtûyê xwe ji bo Demokrasiye, ji Tirkîye re mêtrêyek direj û xwar dikin, bi çiwala xwesteka Demokrasîye dikin û ji hev ra şûr û mertalê xwe dikşînin. Em tev Kurdin, biraye hevin. Gelê me, bi hêvî, lêvîya tifaqameyê û yekitiya navmeye. Ango em, tifaq û biratiya hev nekin, kêmsiyek mezine, lê hewce nake ku em neyartiya hev bikin û mirade Parityên rejima Tirk xweş bikin.
Ew kes, kî dibe bila bibe, gotinên însana xerapkirine / pîskirine, nê laiqê devê ew însanên ku xwe mirov bibînin.Yekî weke Şivan PERWER, bê tirs û bê şik, dobra, dobra, ew ji hemû hêjayîyên netewa gelê KURD û KURDISTAN’era dixwaze / dibeje.
Şivan PERWER dibêje :
Bê hebûn û sitandina, mafê qedera xweyî bideste xwe.
Bê Ala ya Kurd, bê Marşa Kurd.
Bê qebul kirina Fermîbûna Zimanê Kurd.
Bê navê welate Kurd / Kurdistan.
Bê wek hêvîyêk rast û adil, di nav gelê Kurd û gelê Tirka’da, ev cudakirine / cudaxwaziye û zilme ji bo hemû gelên li Tirkîye ku dijîn.
Û Jiyan bê van, tâle, nê xweşe û nê azade, bi koleti, na meşe, jiyan nê adile û ew wek hûnermendek tê gîştî baş zane, ew wek ferdek jî, her roj, herhefte, meh û sal ev 35 sale Şivan PERWER, di dilde, di mejîyê wîda, di civînanda, di sohpetên wîda, li kûçe û bajarên hemû dinyaye, ew pênaber li dû azadiya welate xwe, bi qêrîne, bi gazî û bi haware, wek wê çivîka pepûke, li ser daristanên çiyayên dinyayê, her ew bangîne.
Ji bo melûlî, sûtûxwariya jiyana nav niştimana xwe, car bi pêrîşanî, car bi grî, carna jî bi hêrs û carna jî, bi rica banga pişgiriya navnetewî ji bo welate xwe, xelkê xwey Kurd û Kurdistan Azad bike, ji dinye, bê westan, wek her dilsozekî Kurd, di gere û dixwaze.
Hâ roj hat û tedî ku Şivan PERWER, bi van sitranbêjên cîhanî’ra, ên bi nav û deng, wek şêran, li hafa hêzaran, têmaşêvanên, ji sosyêta civaka bilind ên Avrupiyara, ji zaneyên hemû beşên pispor ra, diroknasan ra, niviskar, politologa ra û serok, serok weziran ra, konsolos, diplomatên welata tên û tên.
Û wek mêvanên dengê Ozanekî Devletekî azad û serbixwe., di van salonên modernda, li hember wan, li ser sahna mezin sitranbêjê Kurd, Şivan PERWER, bi sitranên xwe bahsa hemû şaristanîyên medniyeta Kurd û Kurdistane bi saz, bi dengên xwey bilbilî dile godarvanên xwe hênik û rehet dike / hewâra azadîye, dengê hemû diroka Kurdistane, li seranseri salone da, olan dide, dibêje gelê min AZADÎ DIXWAZE.
Û win werin ji PERWER’re, devê xwe xwar kin, tinazê xwe pê bikin, wî bi nêzanî û cahiltî itham bikin, ev bê hurmetiyek mezine.
Û ji Şivan PERWER’ra gotinên xaîntiye pêvekin, tehdît û xirabî bêjin, ev edî nê rexneye, nê welatpareziye, nê Şoreşgeriye û nêjî Demokratîye.
Ev xedre, xirapkirina însanaye, CEHALÊTÎ û BÊ AHLAQIYÊ.
Şivan PERWER jî û her kesek jî, mafê wî heye, Şivan PERWER rexne bike, pêşniyar û ramanên xwe bi awayekî bi edep, wek camera peşkeşî wî bike.Şivan PERWER jî, her kesekî jî û her mirovekî di tevdan, di tekilîyên bi her însanî re, gelek tabîye, bi serok, bi serok wezir û wezira’ra, Partiyan re û d’Fikrandinên xwe’da azâde, eve, Mafê her mirovîye, mafê Demokrasiyê ê her kesîyê. Eve azadîya ferdîye, ji her kesi re heqe, rêz lê bigre û ev yek ji ûslûba Demokrasiya rast bi xweye.
Şivan PERWER, sitranbejêkî netewa gelê Kurdistaneye, di vê rêçike da jî, ev 35 sale bi ispat, ew bi erk xwe Kurdane bi jiyan kiriye, aniye û ez pê gelek bawerim, ku ew, ti tiştek li ser berjevendiya azadîya gelê Kurde bakur nabine.
Şivan PERWER, bi sedan sitranên gelerî afirandiye, bi hazaran konser bi dengên xwe, ji xelke Kurd û dinyaye ra, di riya azadiya welatê xwe da, û di dilde ew çiye, ew ji bo AZADÎYA NETEWA GELÊ KURDISTAN’e’ bê şik bi ziman jî / bi jiyan e we.
Û ew, ev qa sal, bê ku neynûkekî Kurd jî, dilopekî xwîn jê were, bê zerarek, tahrîbatekî, tehdîdekî, nê bi zimanê xwe, nê bi êmel û jiyana xwe, zararê nê daye Kurd û Kurdistan.
Raste AK PARTI, bi hesabên seçima, bi van kara, bi her rengî û karên bi dizî û kirej jî, mûmkûne bike, di planên wî da jî, dibe hebe û bimeşîne, le riska wê ji û zirarên we jî mezine, ew karê bibine, le, eger nê rastiya xwe da, dewam bike, ewê hinga rojekî, dawîya wî jî were.
Bûbûrin, helbet Şivan jî van metelok û rovitiya AK Partiye dizane, ma nizanibe jî û an jî, nê xwaze bi zanibe jî, ew mafê wîyê herî Demokratike.
Eyba xwey mezin, ya bi salaye nabinin, her roj erişa dibin ha ewî wisa kir, wisa got, çima diçe TRT.6, sipikeri dike, film çedike, sitranên Kurdî çedike, TRT 6 xapinoke, fermî nê bûye, ma kare te çiye, bila we, li meclise, li hukumete zori bidaye û fermiyeta wî lê ferz bikiriya, wûn nikarin û an naxwazin dev ji erşên hûnermenden esil kurd berdin, herin tekevin qiriqa nijad perestan, MHP, CHP û AK Partiye.
Ev 36 sale, ên ku her tim xwestin bi zorê Pêşengîya welat û gel azad bikin, bila li pêy xwe binerin û hema qasî misqalekî, piçêk bi camerî, piçik bi ujdan deste xwe deynin ser singa xwe û bi fikirin, ji qewle mehelmîyê meve ; Malxêrano, ma win jî nê KURDIN, wê soz û sonda gel nê xwaribu, ku wine xemgîne mafê gelê netewa Kurda bûna û DEVLETEK, JI KURDA RA AVABIKIRINA.
Rasti pêre bike, Ser nivîsa wê «TRT 6 » belê ew jî bi Tirkîye, lê nava wê Kurdiye, axeferên wê Kurdin û proja wê, disa pênc pere ji e we çetire
Sernivîsa proja we bi salan, Kurdi bû »SERXWEBUN’bu» naveroka wê
ti jî Tirkî bû û paşî çawa bû ? Tev Pûş û vala bû. Lê heval no, ka Hesabên wan bedelan, ka ser keftinên wan tahribatan, ka ? Ka li xwe rexne girî ? ka, li hember mazlûmên bi deh hêzaran şehîden Kurdistaniya persiv dayin ?
Ew ciwanikên dil pak, li pey wê hatin, hê jî tên û win hê jî rast nabê jin, çima ? Ev gel bi can , bi xîna xwe, bi malê xwe, bi wereye / ji bo azadiya hemû mafên gelê Kurdan, bi kemasi, wek hêvîyêk adil ka ? ew jî çû.
Ji Kurda’ra wê got dewlet jî zerare.
Ala Kurda jî nê lazime.
Ey Raqip jî, nê pêviste.
Otonomîya netewa Kurd jî nê lazime.
Federasiyon jî ser gejîye, Kurd li hemû Tirkîye bela wela ne.
konfederasiyon jî nê lazime, ji xwe em gîş, li Ênqerê bi hevrane û dinê me jî yeke.
Fermî bûna, perwerde bi zimanê Kurdî jî çênabe, ji ber Zimanêmey Fermî heye û ew jî Bi Tirkîye.
Mala wê hezar car ava, ew ji bo me Kurda, gelek rehete, ji ber ku em Kurd û Tirk, ev 87 sale, em di nav hevde bûne GOŞT û XWÎN.
Heta seçimê HAZIRAN’e proja wey ji bo Kurda, ku we makul dîtiye, me nê qayile.
Serê projê, bine projê Xweseriya Demokratika kûr û ekolojik, navê wê kevin « Pêymana Lozana 1.sal 1923» ku li ser navên Kurda,
Îsmet Înünü, Paşay’mey Meletî, bi esile xwe’jî Kurd bû.
Xweseriya Demokratika kûr û ekolojik, »modela xwe ji “ Pêymana Lozana 2. sal 2010 “ girtiye û heyf ev nê laiqê Kurdaye. We çi hişt ? We çi got ? çi bi ser xist û win çi dixwazin bikin ? Bi kêmasi, bi zelali, Ev gelê mazlum haqê wî, win ûzûrê xwe, jê xwestine heye.
Evê hinge her tişt rastir û baştir bibe.We, ji vî gelî’ra, tû tiştek nê hişt û nê xwest. Ev nê heq lê gerine, nê Demokrasiye û nê jî biratiye, ev bi navê biratiye, xapanokîye, zilm û zordariye.
We aqîbeta Hüsnî MUBAREK jî dîtiye.
Bi rêz û silavan birayêti.
Şûayîp Adliğ