Cîhan

Obama: Bi aştî bersiva xwepêşandanan li Rojhilata Navîn bidin

Li gora nûçeyej ya Voa,Serokê Amerîka Barack Obama rexne li Îranê girtin ku êrişên dijwar birine  ser xwepêşandanên dijê hikûmetê.Herweha Obama ji rejîmên  Rojhilata Navîn xwest ku tund û tûjiyê ligel xwepêşandanan kar neynin.

Serokê DYA Obama roja Sêşemê li civîneke ragihandinê li Qesra Spî gote rojnamevanan ku ji bo wî tiştek ecêbe ku bibîne rêjîma Îranê wiha nîşan bide ku şahîya serhildana Misrê dike. Obama got: Desthilatdarên Îranê li welatê xwe gelek bi tundî diçin ser wan kesanku tevgerek aşitîyane dikin.

Obama got, pêdivî ye gelê Îranê bikare hizr û bîr û nerazîbûna xwe dîyar bike û bizavê bikin ku  hikûmet daxwazên wan bicîh bîne.

Li seranserî Rojhilata Navîn desteyek “genc û xwîn germ” heye ku li derfetên pitir digerin û got, pêdîvî ye rêberên van welatan dest bi guherînan bikin. Hikûmet bo derfetan û pêşvebirina civakê çiqas pitir gavan bavêjin, ew welat ew qas tenatir dibin.

Serokê Amerîka Barack Obama got, ew tiştên li Misirê qewimîn heta niha baş bûn, lê hîn gelek tişt mane ku bêne kirin.  Wî got, di Misrê dê pêdivî bi alîkarîyê hebe ku enstîtuyên demokratîk ava bike û aborîya xwe xûrt bike.

Back to top button