Polîtîk

Kiliçdaroglu: Ez jî dixwazim bibim endamê Ergenekonê

 

Serokê CHP-ê kemal Kiliçoglu, di gruba partiya xwe ya parlementoyê de axavtinek kir. Kiliçdaroglu di axavtina xwe de behsa girtina generalên di çerçova doza Balyozê de kir û got ku, tu mafê van dadgeha tuneya van generalan digirin. Ev general bê tawanin. Dadgeh di bin bandora hukumetê de van biryara didin. Eger tawanek hebê bile bêne dadgehkirin,lê bila newin girtin û wan rênekin girtîgehê. Ji ber ku ew derekîve narevin.

Herweha Kemal Kiliçdaroglu,li ser binçav kirina xwediyê malpera Oda TV Yalçin Soner jî sekinî behsa girtina wî kir. Di vê derbarê de Kiliçdaroglu got: Rabûne xwediyê malpera Oda Tv Yalçin soner bi tuhmeta endametiya rêxistina Ergenekonê girtine. Em heta dawî li pişgiriya Soner dikin û emê li gel wî bin. Ew gelek kesayetek hêja û rojnemevanek serkeftiye. Ka ev rêxistina Ergenekonê? Ev rêxistin hebê ez jî dixwazim bibim endamê rêxistina Ergenekonê. Vê hukumetê navê rêxistina Ergenekonê derxistiye û kesên ku dixwazin digirin.

Back to top button