Ewropa penaberên Kurd dersînor dike
Di van rojên dawiyê de Dewleta Swîsre amadekariya dersînorkirina 350 penaberên Kurd dike ku pirrê wan jî malbatin.
Demekî dirêje ku Hikumeta Kurdistan, hevdîtinên digel welatê Ewropî û berpirsyarên Yekîtiyê Ewropayê dike û peyamên ”Dibe ku Kurd bên dersînorkirin asayiye lê pêwîste ne bi zorê be” dide lê çend welatên Ewropayî û bi taybetî jî Swisre xebata dersînor kirina Kurdan dike.
Li ser vê mijarê Berpirsyarê Komelaya Kurdên Dîasporayê Herêma Kurdistan Amanc Abdullah da zanîn ku di pêvajoya dersînorkirina hemwelatiyên Kurd de a niha jî Swîsre hewl dide ku 350 penaberên Kurd dersînor bike.
Abdullah diyar kir ku dewleta Swîsre ji bo dersînorkirina 350 penaberên Kurd 10 roj dem diyar kir û ger di nava 10 rojan de penaberên Kurd terkê Swîsre nekin dewleta Swîsre jî bi derfetên xwe û bi awayekî zorê dixwazin bişînin Bexdayê.
Abdullah ji Hikumeta Iraqê daxwaza betalkirina peymana dersînorkirinê kir û ji Serokê Herêma Kurdistan û ji Serok Wezîrê daxwaza çareseriya rewşa penaberan kir