Nivîsar

Sînema televizyon û civak

Piştî azadiya başûrê Kurdistanê û heta niha em dinerin roj bi roj  gelek kanalên televizyonan vedibe. Lê di hemî televizyonên başûr kurdistanê de jî bi piranî film û rêzefilmên biyanî ango bêtirîn yên dagirkeran nîşan didin.

Bûbê Eser

Sînema tiştekî weha ye ku him tu wê bi guh guhdarî dike, him jî bi çavên xwe dibe şahîdê gelek kiryar û bûyeran ku di film de derbas dibe. Mirov zû serwextê gelek tiştan dibe an dike. Bi rêya sînemayê serdest çawa bixwazin milet û xelkê xwe û bi taybetî ciwanên xwe bi rêya sînemayê perwerde dikirin û dikin.

Ji roja sînema îcat kirin û heta niha wê di jiyana miletan de rolekî sereke lîstiye da ku gel li igor desthilata wê dewletê bêne perwerdekirin. Bê ku xelk têbigihêjin an fêm bikin. Bi temaşeya filmekî di mejiyên wan de bûyer û kiryarên di film de derbas dibe cihê xwe digire

Piştî îcadkirina Sînemayê desthilatê miletan ew ji bona gelê xwe bi karanîn. Bi rêya gelê xwe li gor xwe perwerde bikin bi karanîne û tînin. Sînema tiştekî weha ye ku desthilata milet, gelê xwe û xelkê xwe li gor bawerî rê û rêbazên xwe fêrî tiştên dixwestin an dixwazin dikin.

Bi rêya sînemayê karê perwerdeyî yê herî rehet bû. Di welat ango di nava milet de tesîr û bondora filmên sînemayê gelek çê bû. Loma her desthilatekî dîroka xwe çi ya rastî û çi jî ya bi derewan fêrî wî gelê xwe kirin. Gel jî li gor wê hate perwerde kirin. Bi wî mejî û baweriyê mezin bûn. Şikil girtin.

Di dema sînema herî xurt bû. Bandorek mezin li ser gel hişt û piraniya gel li gor wan filmên desthilatê didan çê kirin, hatin perwerdekirin. Heger em bi çavekê erênî û bi ilmekî zanistê li dîroka gelan binerên em ê vê pir bi rehetî bibînin. Em ê bibin şahîdê wê yekê ku bê gel çawa li gor deshilata xwe hatine perwerde kirin.

Piştî Sînemayê êdî bi derketandina Televizyon û rêzefilm û filmên di wê de milet hê bêtir di bin bondora vê de man. Ji ber ku ev êdî di her malan de heye. Desthilatan jî li gor vê dest bi çêkirina rêzefilm û belge filmên li gor xwe amade kirin da ku gel jî êdî weke wan tevbigerin. Her weha jî bû û dibe.

Li gor min her milet û welat li gor şewqa ango eşka sînema û dûre jî ya televizyonê hatin perwerdekirin. Bi vê jî dîroka xwe şaş an rast, orf û adetên xwe jî li gor wan rêzefilman fêr bûn û dibin. Li gor wan jî bûne xwedî çanda xwe. Bi gotineke zelal milet bêtir bi xêra vana bûne milet. Xwe nasîn û da nasîn.

Piştî azadiya başûrê Kurdistanê û heta niha em dinerin roj bi roj  gelek kanalên televizyonan vedibe. Lê di hemî televizyonên başûr kurdistanê de jî bi piranî film û rêzefilmên biyanî ango bêtirîn yên dagirkeran nîşan didin.

Di wan film û rêzefilman de xelkê me yên başûrê kurdistanê jî her roj li wan rêzefilm û filmana dinerên ku piraniya wan jî yên biyanî û dagirkerên me ne. Çi dema kesên nezan û gelekên zana jî dema li wan temaşe dikin. Li ser dîrok û çanda gelên din digirîn, diêşên an dikenin ku ew bê ku bizanibe roj bi roj ji çand û adetên xwe bi dûr dikevin.

Rêzêfilmên di televizyonên başûrê Kurdistande bi qasî min dî û bûme şahîdê vê yekê ku hemî dayikên sal mezin li gel hin ciwan û zarokên xwe li wan rêzefilman biyanî û bêtirên wan yên tirkan e, dinerin ku li gor wan digirîn û dikenin. Sibê wê li gor wan şikil jî bigirin.

Bi wî ken û giriyî jî hêdî hêdî fêrî çand û dîroka biyaniyan dibin û ji çanda xwe bi dûr dikevin. Miletê ku bi çanda xwe mezin nebe, wê fêr nebe, ew milet ew gel wê weke kêmendamekî/ê bijî.

Ji bona vê ez dibêjim, pêwîste deshilata başûrê kurdistanê li gel parlemen û hemî dezgehên xwe, li ser vê bisekinin û bizanibin bi saya wan rêzefilmên di televizyonên wan de têne nîşankirin, kurdan ji çand û kultura wan bi dûr dixîne. 

Kurdan ji dîroka wan, ji adet û toreyên wan bi dûr dixîne, bê ku li ser vê bê fikirindin. Gelê xwe bi dîrok û çanda gelên biyanî mezin dike . Ev xeterek mezin e, loma divê desthilata başûrê kurdistanê zûtirîn demê dest bavêje vê.

Îmkan bide da ku sînema û şanogerî li başûrê kurdistan li ser dîrok û çanda kurdî bêtir amadekariyên xwe bikin. Rêzefilmên dîroka gelê kurd, serîhildan û berxwedanên wî, afat û tofanên hatine serî wî, çê  bikin û lazim fêrî gelê xwe ango nivşên nû bikin. Da ku nivş bi nivş herkes xwe, dîroka xwe û tiştên hatine serê bav û bapîrên xwe fêr bibin,

Ez dibêjim heger weha dom bike piştî çend nivşên din wê gel êdî dîroka xwe ji bîr bikin. Wê bi adet û dîroka xelkê mezin bibin ku ev jî wê bibe sedem ku kurdên bibin civateke dîrok an çanda xwe nas nakin.

Back to top button