Cîhan

Erdogan û Pûtîn bi telefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn bi telefonê axivîn.

Di peywendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn de, mijarên herêmî yên enerjî, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, korîdora genim û têkoşîna li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.

Erdogan da zanîn ku di hevdîtinê de di çarçoveya korîdora genim de ew dikarin li ser hinardekirina berhemên cuda yên xurek û gav bi gav dest bi xebatan bikin û destnîşan kir ku li gorî peymana Soçiyê paqijkirina terorîstan li ser sînor girîng e. Di rêza yekem de bi kêmanî 30 kîlometre kûrahî Pêwîste.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi taybetî enerjiyê hatin gotûbêjkirin û mijarên herêmî yên di serî da korîdora genim û têkoşîna dijî terorê hatin nirxandin. Serokomar Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku wan bi xebatên hevpar tesdîq kiriye ku zêdeyî 13 milyon ton genim bigihêje kesên hewcedar û di çarçoveya korîdora genim da dikarin li ser hinardekirina berhemên xurek û hêdî hêdî dest bi xebatê bikin.

Berdewamiya daxûyaniyêde dibêje ku, Erdogan ji dil xwest ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de zûtirîn demîde biqede. Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li bakurê Sûriyeyê çalakiyên cudaxwaz ên PKK/YPG/PYDyê û êrîşên terorê yên li hemberî Tirkiyeyê dewam dikin, di çarçoveya peymana Soçiyê ya sala 2019an da paqijkirina terorîstên li ser sînor heta bi kûrayî 30 kilometreyeki de girîng e. Di rêza yekem de herî kêm 30 kîlometre, divê xwe vekişin.

Back to top button