Kultur

Sindî: Akademiya Kurdî li Kurdistanê tembelxaneye

Ronakbîrê Kurd Dr Bedirxan Sindî beşdarî bernameya Gulistan ya Gulistan Perwer bû û Sindî li bernameyê de behsa kêşeyên zimanê Kurdî kir û da zanîn ku Akademiya Kurdî li Kurdistanê bûye tembelxane. 

Dr Bedirxan Sindî got: Em hêvîdarbûn ku rojek me akademiyek hebê, bi awayeke serbixwe, zimanê me yê Kurdî bike yek, zimanê me yê Kurdî pêş bixe, zimanê me yê Kurdî ji peyvên biyanî pak bike. Lê belê mixabin heta îro li gor zanîna min û li gor baweriya min, Akademiya Kurdî gelek paşketiye û çi nekiriye û ez hez dikim jî bibêjim Akademiya Kurdî bibe saziyeke asteke bilind.

Her wiha Sindî berdewamiya axaftina xwe de got: Akademî pêwîstî bi mirovên akademî heye, ji ber wê hindê navê wê akademiya ye, akademî wan mirovan divêt ku zimanzan, ne hema yên zimanzan û xemxwarê ziman, nabê akademî bibe tembelxane, ez berpirsim ji axaftina xwe lê Akademiya Kurdî li Kurdistanê tembelxaneye.

 

Back to top button