Civak

Armanca mezina Kurdistanê çareserkirina doza kurd e

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê li baregayê fermangeha têkeliyên derve li Hewlêrê semînarek pêşkeş kir û têde behsa hijmareke pirsên gerim û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û hermî de kir.

Di semînarê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve û hijmareke rêvebir û karmendên fermangeha têkeliyên derve amade bûn, Mistefa behsa reşa herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê heta nuha weke ekterî neserbixwe (None State Actor) tê nas kirin. Bizva rizgarîxwaza Kurdistanê di çend qonxeke de derbas bû heta gehişte îro. Miletê kurd di qonaxên berê de ji bona selmandina mafên xwe yên neteweyî xebat dikir û têkeliyên wê yên navdewletî, ji bona rakêşana soza navdewletî û haydarbûn ji rewşa Kurdistanê,  bi rêya rêxistinên navdewletî bûn.

Piştî pêkanîna  yekemîn kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê û piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di sala 1992ê de herêma Kurdistanê ber bi qonaxa De Facto pêngav avêtin û karî hikûmeta xwe birêve bibe û hemû têkeliyên navdewletî, pêdana vîzayê bo daxilbûna Kurdistanê û hatina şandeyên welatên biyanî bo herêma Kurdistanê hemû bi rêya hikûmeta Kurdistanê, dûr ji Bexdayê, bûn.

 

Berpirsê têkeliyên derve di axaftina xwe de hat ser rewşa herêma Kurdistanê a piştî sala 2003ê  û got ku, piştî qonaxa sala 2003ê, rizgarkirina Îraqê, herêma Kurdistanê statuyeke qanûnî û destûrî wergirt û civaka navdewletî jî ew yek qebûl kir. Ya ku hikûmeta herêma Kurdistanê di vê qonaxê de kirî gelek ji dewletên biçûk nekarîne bikin û ev yek jî ji bo hebûna serokatiyeke bihêz û hebûna aborî û leşkerek bihêz vedigere. Herwesa hokarê ciyopolîtîkî a deverê jî wisa kir ku, kurd li Rojhilata Navîn bibe yarîkerek sereke di deverê de.

Mistefa di semînara xwe de behsa damezrandina fermangeha têkeliyên derve û girêdana têkeliyan digel welatên diyayê bi awayekî fermî û ji bo parastina berjewendiyên herêma Kurdistanê kir û got ku, her çiqas beriya damezrandina fermangeha têkeliyên derve jî têkeliyên herêma Kurdistanê bi cîhana derve re hebûn, lê ew peywendî di çarçoveya saziyekê de nehatibûn rêxistin. Danan fermangeha peywendiyên derve karekî hêsan nebû, ji ber ku, Îraq di hikûmeteke merkezî de dijiya û kontirola hemû tiştek kiribû û pirsa merkeziyetê bi ser de zal bû.

 

Berpirsê têkeliyên derve got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, nuha, diplomasiya kulturî, diplomasiya enerjî û sermayerazandinê li pêşiya xwe danaye û bi vê rê dixwaze herêma Kurdistanê bi cîhanê bide naskirin, bi taybetî di warê enerjiyê û Kurdistan li seser nexşeya enerjiyê ye. Kompaniyên mezin yên weke Exoon Monî, Chevron, Total û Gazprom, ango kompaniyên ji Amerîka, Rusiya û Fransayê li herêma Kurdistanê kar dikin û biryara wan kompaniyan ev bû bi tenê li herêma Kurdistanê kar bikin û nekevin jêr zixtên gefên Bexdayê de.

Mistefa got ku, beşdarîkirina şandeya herêma Kurdistanê, di çarçoveya  şandeya Îraqê de, di civînê civata giştiya Neteweyên Yekgirtî û civînên dualî bi berprisên dewletên cîhanê re, welatên cîhanê dîtineke erênî bo herêma Kurdistanê heye û ew hesasiyeta berê hebû nemaye.

Yek ji armancên mezinên herêma Kurdistanê piştevanîkirina doza rewaya Kurd e li her çar parçeyên Kurdistanê û bi aşitî çarerserkirina pirsa kurd e li hemû parçeyan.

Li dor rewşa Suriyeyê û rewşa kurdan li wî welatî, berprisê têkeliyên derve got ku, her ji destpêkê herêma Kurdistanê ji bona çareseriyê rol dilîze.

Aramiya herêma Kurdistanê wisa kiriye ku, îro 27 konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene û 10 welatan jî ji bona vekirina konsulxaneyên xwe digel herêma Kurdistanê di nava danûstandinan de ne. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî li 14 welatan nûneratiyên xwe hene û di karûbarên xwe de serbixwe ne û bi fermana sefaretxaneyên îraqî kar nakin.


Back to top button