Beşdarvanên Konferansa: “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” eşkere bûn

Konferansa: “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) bê sazkirin beşdarvanên wê eşkere bûn û ji Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye nêzîkî 40 nûner beşdar dibin. Konferansa: “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” de diyarkirina beşdarvanan ji bilî nûnerên siyasî, kesayetiyên Kurdî jî beşdar dibin.

Ji Iraqê; Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistana Iraqê, PDK, Tevgera Goran, YNK, Yekgirtu, Mamosteyên Zanîngehê, Rojnamevan, Serokên Rêxistinên Medenî û Serokên Bawermendên Civakî, beşdar dikin.

Ji Suriye; PYD, Rêvebiriya Encumena Niştimaniya Kurd, Nûnerên Encumena Gel ya Qamişlo, Rojnamevanên Kurd li Suriye, Mamosteyên Zanîngehê, Çalakvanên Kurd beşdar dikin.

Ji Îranê; PDK-Î, Komele, Ehli Haq, Nûnerên Tevgera Kurd li Îran, Çalakvanên Kurd, Mamosteyên Zanîngehê, Nivîskar, Rojnamevan û Serokên Bawermendên Kurd beşdar dibin.

Ji Tirkiyê; BDP, DTK, Hevrikiya Kurd Îslamî, Mamosteyên Zanîngehê, Rojnamevan, Serokên Bajarvaniyan, Nivîskar, nûnerên saziyên medenî beşdar dibin.

Konferans wê li rojên 09-10.11.2013 li Enqerê bê li dar xistin û zimanê konferansê wê bi Kurdî, Ingilîzî, Tirkî be û heman demî de wê axaftin bêne wergerandin.

Ji bo beşdarî û zanyariyan

Telefon:0090 312 287 70 16

Faks: 0090 312 287 70 10

e-mail: [email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: