Civak

Sincarî:Bila ragihandin bê ispat nûçeya neweşînin

     
Şandeyeke federasiyona rêxistinên qotabî û xwendekaran serdanan wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Kerîm Şingarî wezîrê navxwe ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya navborî li ser meselaya revandin û şehîdkirina Serdeşt Osman serdana wezaretê kir.

Di dîdarekê de wezîrê navxwe gudarî li hemû têbînîyên qotabî û xwendekaran girt û daxaz û pêşniyarên wan bilin nirxandin. Paşî wezîrê navxwe di axaftinekê de got:

– Wezareta navxwe wezareteke hesas ya hikûmeta herêma Kurdistanê yê, wezîfeya sereke ya wezaretê parastina ser û malê hevwelatiyan û dabînkirina aramî û asayîşa herêma Kurdistanê ye.

– Bi hevkarî û hevahengî digel hêzên asayîşa navxwe ji bona dabînkirina emin û aramiya herêma Kurdistanê bi hev re kar dikin. Vê yekê jî wisa kiriye ku emin û aramiya herêma Kurdistanê miqayîse bi deverên din yên Îraqê re gelek li pêş e.

– Em gelek bi bûyera revanidin û şehîdkirina Serdeşt Osman xemgîn bûn. Bi fermana serokê herêma Kurdistanê ji bo lêkolîn û dûvçûna wê bûyerê komîteyek hatiye pêkanîn û ew komîteye li ser lêkolîna wê dosyeyê berdewam e.

Wezîrê navxwe di berdewamiya axaftina xwe de got ku wezaret hemû hevwelatiyên Kurdistanê piştrast dike ku dê lêkolînên çir li ser wê bûyerê bên kirin û dê hemû alî jî ji encamên lêkolînên bên agadar kirin û got:

– Daxazê ji tevaya kanalên ragehandinê dikim ku bê îspat û belgeyên qanûnî li ser bûyerê nûçeyan neweşînin ji ber ku ew xizmeta bûyerê nakin û da ku her yek ji bo armancên xwe bikar neîne. Belê bûyer qewimiey û hemû alî ji ber wê nerehetin. Lê baştirîn rê ewe ku her yek li cîyê xwe, ji bo eşkerekirina tawanbaran û mehkemkirina wan, alîkariya hêzên polîs û asayîşê bike.

Wezîrê navxwe di dawiya axaftina xwe de hevwelatiyên Kurdistanê piştrast kirin û piştî timambûna encamên lêkolînê li ser wê bûyerê dê encam bên îlan kirin û her hemû tawanbar dê bi rêya mehkemeyê bigihîjin cezayên xwe.

Back to top button