Civak

Silêmanî: Pilana kuştina berpirsê zêrevanên Talebanî

Li gor zanyariyên ku ji çend çavkaniyan hatine wergirtin û malpera Basnews weşandine, plan ji kuştina Serwet Heme Reşîd berpirsê zêrevanên (hîmayeyê) sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî re hatiye danîn û, yên ku ew kuştine ne diz bûn, bi demançeya bê deng sê fîşek li serê wî dane û qewanên fîşekan jî birine.

Serwet Heme Reşîd ku wek sindoqa reş a Mam Celal dihat naskirin, gelek nehêniyên bi sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî ve girêdayî li balê bûn. Li gor wan zanyariyên ku ji çavkaniyên Silêmaniyê hatine bidestxistin, tu peywendiya vê bûyerê bi diziyê ve nîne û plan jêre hatiye danîn, di demekê de ku randevuya Serwet hebû saet şeşê sibehê biçe Almanya û bûyer jî sê saet pêş randevuyê qewimî.

Li gor malpera Basnews bi awayekî ku berê plan jên re hatiye danîn, berî Serwet biçe Firokexaneya Silêmaniyê, bikuj bi ser mala wî de digirin û bi demançeya bê deng sê fîşekan li serê wî didin û qewanên fîşekan jî bi xwe re dibin. 

Piştî çûna bikujan jî hevsera Serwet Hacî yekem telefon ji birayê xwe yê bi navê Umer re vekiriye û heta ew gehiştiye mala wan, hêzeke asayîşê bi navê lêpirsînê hevsera Serwet Heme bi xwe re birine û 5-6 saetan li asayîşê maye. Li gor agahiyan, mebesta kuştinê tenê wendakirina nehêniyên Mam Celal bûye ku Serwet wek sindoqa nehêniyên Talabanî dihat naskirin.

 

Hêjayê gotinê ye Serwet Heme Reşîd sala 1971’ê ji dayîk bûye û ji sala 1994’ê ve berpirsê hîmayeyên taybetî yên Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî ye.

Back to top button