Dosya

Kurdistan dixwaze du milyon bermîlên neftê bo derve bişîne

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşbînî dike ku, herêma Kurdistanê di destpêka sala nû de neftê bo Tirkiyeyê bişîne.

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayê beşdarî konferensa Atlatic a warê enerjiyê de kir û di konferensê de, li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê,  peyvek pêşkeş kir.

Hewramî di gotara xwe de got ku, roj bo rojê bîrên neftê yên nû li herêma Kurdistanê tên dîtin û ji bo ku herêma Kurdistanê yek milyon bermîl neft di rojekê de bo derve bişîne derfetên minasib li berdest hene:

       Xwesteke herêma Kurdistanê ewe ku, du milyon bermîlên neftê di rojekê de bo derve bişîne. Lê ji bo vê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi teknolojiya pêşkeftî û rakêşana boriyên neftê û tecrûbeya navdewletî heye.

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê di peyva xwe de got ku, hinartina neftê û gaza xwezayî bo derve mafekê rewa yê herêma Kurdistanê ye û destûra Îraqa federal ew maf ji herêma Kurdistê re deye û ”pêwîst nake moletê ji tu kas û aliyan wergirin.”

Hewaramî got ku, eger tu pirsgirêkên nû dernekevin pêş di destpêka sala nû de herêma Kurdistanê dê dest bi hinartina neftê bo derve bi rêya Tirkiyeyê bike:

       Dabeşkirina dahatiniyê neftê di navbera Hewlêr û Bexdayêl de gelek giring e, em xelkê Îraqê ne û em dixwaz in berjewendiyên Îraqê biparêz in û em di vê çarçoveyê de tevdiger in. Lê di vê qonaxê de kas naxwaze bi mere danûstandin bike û ev deh sala em sebir dikin.

Wezîrê samanên xwezayî dibêje ku, herdema xwestin çavdêriya dahatinî û karên warê enerjiyê li herêma Kurdistanê bê kirin, hîngê ”em bi dilxweşî dibin, çunkî me tu tişê veşatî nîne.”

Back to top button