Polîtîk

PYD li Rojava ji bo rejîma Suriye wekî şîrketeke ewlehiyê kar dike

Bi raya mamostayên zanîngehê û çavdêrên siyasî, ewê niha li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD ve tê kirin ji bilî xizmetkirina desthilata Esed ne tişteke dine û peyvdarê El Partî jî wiha bawere ku PYD wekî şîrketeke ewlehiyê bîrên neftê ji bo Esed diparêzê. 

Niha Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Rojavaya Kurdistanê ji bo xwe desthilatekî îdarî dirust kiriye û ji bilî çend partiyeke xwe yên kartonî, li vê desthilatê de tu partiyeke din beşdarî nekiriye. Ne ku tenê rê bi tu partiyeke siyasiyê dinê Rojavayê Kurdistanê nade her wiha rê nade ku tu çalakiyên siyasî jî bê encamdan.

Peyvdarê El Partî Nûrî Brîmo dibêje, wan her li destpêka şoreşa Sûriye ve hewl dane PYD li nav mala Kurdan de bimîne û ji bo wê yekê jî wan peymana Hewlêrê bi amadebûna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îmza kir. PYD neku her pêwîst nebû bi peymanê ve belku ji wê xeraptir çûye bin kontrola rejîma Sûriye her rejîm jî li rêya PYD rê nade ku partiyên dinê siyasî li Rojavayê Kurdistanê de çalakiyên siyasî encam bidin û beşdarî li birêvebirina navçeyên Kurdan de bikin.

Her wiha Sabîr Husên Mamostayê Zanîngehê li wê baweriyê deye ku eger PYD li Rojava siyasetê bike, divê hêviya xwe ji bo hîkmetê bibe û ezmûn ji dersên Herêma Kurdistanê û bihara Erebî werbigrê, ji ber ku paşê siyasetkirin bi bê hîkmet dem vala derdikeve. Bi bê hîkmetî dizanim ku hinek alî çûne bin PYD ve, lê belê van cûre yariyan heta sînorek qebûl bikîn, neku teslîm bibîn. Eger em bixwazin guhertinan rast bikîn, ji vir ve baştirîn hîkmeta siyasî eweye ku zanistiyane siyasetê bikin.”

Bi raya hinek mamostayên zanîngehê pirsa Kurdistana Rojava pirsekî neteweyî, nîştimanî, dîrokî, demdirêjî, maf û azadî û serbixweye. Ji bo wê yekê pêwîste carekî din ji bo PYD bê dûpat kirin, ji ber ku xwe bi desthilata siyasî û şer’î dizanê. Kurdistana Rojava ne qoçana wan ya reşe, belku mulkê hemû Kurdistaniyekî Rojavayî ye. 

 

Back to top button