5 Albumên Şivan Perwer û Ciwan Haco derketin!
Pelrecords, bernameya xwe ya ji nû ve çapkirina hemû albumên du hunermendên hosteyên muzîka kurdî, Şivan Perwer û Ciwan Haco, bi albumên 10, 11 û 12 yên Şivan Perwer û bi albumên 3 û 4 yên Ciwan Haco didomîne!…
Pelrecords bi bernameya xwe ya ji nû ve çapkirina hemû albumên Şivan Perwer, 9 albumên ku di navbeyna salên 1975-1983yan de derketibûn ji nû ve çap kirin. Pelrecords niha jî bi albumên Şivan Perwer yên ‘Dotmam (1985)’ , ‘Lê Dîlberê (1986)’ û ´Helebçe (1988)’ çapkirina rêzealbuman didomîne.
Berhema hunermand ya ‘Dotmam’ bi giranî ji stranên li ser mijara lehengîyê û ji çîrokên evîndarî û xoşewîstîyê pêk tê. Di vê albumê de hêza dengê Şivan Perwer û vegotina wî ya bêhempa derdikeve pêş.
Albuma Perwer ya ‘Lê Dîlberê’ jî bi giranî ji stranên muzîka kurdî ya kevneşop pêk tê. Ev album hem bi naveroka stranan hem jî ji alîyê aranjeyan ve rengê her çar parçên Kurdistanê jî di nav xwe de dihewirîne. Taybetmendîyek vê albumê ya din jî ev e: 5 heb berhemên vê albûmê bere ji alîye hin hunermendan ve bi gotinên tirkî hatine stirîn û nasyar (populer) bûne. Şivan Perwer gîyan û gotinên van hêjayîyên muzîka kevneşop a kurdî dîsan paşve vedigerîne.
Şivan Perwer di albuma xwe ya ‘Helebçe’ de bi giranî stranên li ser trajedi û êşên ku gelê kurd jîyaye û stranên li ser hêvîdarî û têkoşîna gelê kurd distrê. Berhema ku navê xwe daye albûmê “Helebçe” trajedîya ku hatîye jîyan di berhemeke hunerî de bi çi awayî dikare bê dengvedan nişan dide, di heman demê de bi awazdarî û vegotina xwe jî ‘Helebçe’” di nav berhemên Şivan Perwer ên nayên jibirkirin de cîhê xwe girtîye. Di vê albumê de ji bilî berhemek hemî berhemên din ji besteyên xweser yên Şivan Perwer pêk tên.