Polîtîk
SHK: Serok Barzanî serdana Amerika paşxistiye
Li van çend rojan de di derbarê sedema paşketina serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li hejmarek medya û saziyên ragihandinê de nûçeyên nerast belav bûne, li rastiyê da hemû amadekariyek ji aliyê îdareya Amerîka ve ji bo vê serdanê û dema wê û hevdîtina li gel berpirsên mezinên Amerîka û Serokê Amerîka hatibû encam dan lê belê Serok Barzanî bi xwe biryarê daye vê serdanê ji bo demeke guncawtir paşbixe û ev babet jî li peywendiya telefoniya di navbera Cîgirê Serokê Amerîka û Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye behs kirin.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01.02.2014