Polîtîk

1 Şubat li Hewlêrê nehat ji bîrkirin

Rêwresma rêzgirtina şehîdên kirdara terorîstiya 1 Şubat li Parka Şehîd Samî Abdurahman li Hewlêrê destpêkir 

Berî nîvroya îro bi amadebûna berpirsên îdarî û siyasî û parlementaran û kesukarên şehîdan li ber monumenta şehîdên yekê Şubat ya li Parka Şehîd Samî Abdulrehman li bajarê Hewlêrê hate bîranîn.

Kirdara terorîstiya yekê Şubata sala 2004 ku li yek demî de dû terorîstên xwekuj xwe xistin nav cemawer ku ji bo cejna qurbana pîroz hatibûn û li ber berpirsên siyasî û îdariyên her dû leqa 2 ya Partiya Demokrata Kurdistan û Malbenda Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê xwe teqandin û sedan kes şehîd û birîndar bûn.

Back to top button