Berhem Salih îstîfa kir û nakokî kûrtir dibin
Berhem Salih cîgirê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro di preskonfrensekê de destjikarkêşana xwe ji YNKê ragehand û got ku, heta kongreya YNKê tê bestin ew weke endamekî asayî karê xwe berdewam dike û tu postan wernagire.
Biryar bû kongerya çaremîn a YNK duhî bihataya bestin, lê civata seroaktiya YNKê, bêy amadebûna Berhem Salih cîgirê duyem û Kosret Resul cîgirê yekem yê Celal Talebanî, biryara paşxistina kongireya YNKê bo demek nediyar da. Ev yek jî bo sedemê wê yekê ku, Berhem Salih îstîfa bike û tê çaverê kirin ku, Kosret Resul jî dest ji kar bikêşe, ji ber ku, her du cîgirên Talebanî bi bestina kongreyê re bûn û li dijî hindê bûn kongre bê paşxistin.
Newşêrwan Mistefa sala 2006ê ji YNKê veqetiya hîngê ew jî cîgirê Talebanî bû, destjikarkêşana Berhem Salih yekemîn destjikarkêşan piştî a Newşêrwan Mistefa î.
Berhem Salih xelkê bajarê Silêmaniyê ye û sala 1960 li wî bajarê jidayîk bûye û sala 1976 peywendî bi rêxistina YNK kiriye. Sala 1992 di kongreya YNKê de weke endamê serokatiya YNKê hat hilbijartin.
Gelo dê Berhem Salih jî weke Newşêrwan bike û dê rêxistinek nû vabike?
Nûçeya peywendîdar