SHK piştgiriyê li daxwazên Rojava dike
Piştî wê yekê ku li 08/08/2013 birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi nameyek daxwaz ji Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd kir ku şandekî ji bo lêkolîna rûdanan bişînin Rojavayê Kurdistanê û di derbarê wan nûçeyên ku behsa hebûna komkûjiya Kurd li Rojava dikir lêkolînê bikin, Komîteya Amadekar şandekî ji nûnerên aliyê siyasiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêkanî û roja 19/08/2013 şandê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û şanda pêkhatî pênç roj li wir man û serdana çendîn herêman kirin û hevdîtinê li gel 400 kesên ji çînên cûda cûdayên Rojava encamdan û piştî vegeriyan jî raporek di derbarê wê serdanê û lêkolîna li rûdanên Rojava amade kiriye.
Şand li rapora xwe de ewe rûn kiriye ku rê nedane wan serdana bajarê Amudê bikin da ku sedem û çawayiya teqîna li ser xwepêşanderan û şehîdkirina hejmara wan rûn bibe. Her wiha li tevahiya wan hevpeyvînên li gel xelk û aliyan de encam dane tu belgeyek ji bo rûdana komkujiya dijî Kurd bi dest neketiye û ewê rû daye pêkdadana di navbera dû aliyên çekdar bûye.
Rapora şandê balê dikşîne li ser hebûna gelek kêşe û giriftên li Rojava, hinek ji wan jî nebûna asayîş, nearamî û nebûna derfeta kar û nebûna xizmetguzariyên tendirustî û nebûna elektrik û kareba ku bûye sedema karnekirina bîrên ava xwarinê, her wiha ji aliyên grûpên çekdaran ve talankirina çend nexweşxaneyek û nebûna derman û kadîrên pizîşkî, bi cûreyek jiyana welatiyan gelek zehmet kiriye û xelkê neçar kiriye ku bêne Herêma Kurdistanê û metirsiya wê yekê pîşan daye ku Erebên herêmên dinê Suriye biçin cihên welatiyên Kurd û eve jî bibê sedema guherîna demografya ya Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha li gor rapora şanda lêkolînê, li çespandina asayîşê li birêvebirina herêmên Kurdan û ne dadperwerî li dabeşkirina hevkariyên miroviyan de kêşe û girift heye û eve jî li encama xwesepandina yek hêzî û piştguh xistina peymana berê yê di navbera aliyane ku bi taybetî jî peymana Hewlêr.
Rapor komek daxwaziyên xelk û aliyên Rojava xistiye rû û ji bo bi cîhkirina wan daxwaza hemahengiyê dike, weku pêwîstiya bi cîhkirina peymana Hewlêr û çalakkirina Desteya Bilinda Kurdî, her wiha hemû alî li birêvebirin û parastina Rojava de beşdar bin, her wiha ragirtina şerê li navçeyên Kurdan û rêxistina bazirganî li ser sînor bi cûreyek hemû alî têde beşdar bibin neku yek alî serpereştiya wê bike, her wiha ragirtina koçkirina Kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê û Tirkiye, ji bilî li rewşa gelek pêwîstiya mirovî.
Li dawiya raporê de şanda lêkolînê çend pêşniyarekî xistiye rû, weku dabînkirina derman, hatina hawarê(Emergency) bo Rojavayê Kurdistanê û rêxistina karubarê bazirganî li sînora navbera Herêma Kurdistan û Rojava de bi cûreyek ku li wî aliyê sînor ji aliyê yek alî dest li ser da neyê girtin.
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştgiriyê li wan daxwazan dikin û tekez dikin ku divê hemû cûre hevkariyeke mirovî bigihînin rûniştvanên herêmê û li wir jî ji aliyê lîjneyekî hevbeş ku nûnerê hemû aliyan têda hebe û bi awayeke dadperwerane bê dabeş kirin, careke din jî tekez li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya aliyan dikin û radigihînîn ku ji bo nehiştina kêşe û giriftan pêwîste hemû aliyê Kurdan li parastin û birêvebirina Rojava de beşdar bibin.
Bi pêwîstî jî dizanîn spasiya Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd û şanda lêkolînê bikîn ku bi navê derxistina rastiyan de erkên xwe bi cîh anîn û serdana Rojava kirin.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03/09/2013