Kongreya Neteweyî ya Kurd heta 25.11 paşxistin

Daxuyaniya Rojnamevanî
Daxuyaniyeke rojnamevaniyê ji bo cemawerê serbilindê Kurdistanê
Wekî agahdarin ev demeke ji bo amadekirina Kongreya Neteweyî kar tê kirin û li vî derbarî de jî karekî gelekî erênî hatiye encamdan.
Li nav Komîteya Amadekar de, ewê bala hemû aliyan kişandiye, ewe ye ku roja encamdana Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd ya li dema diyarkirî (15.09.2013) ku dikeve berî encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê û kampanya û helmeta ragihandina hemû aliyan ketiye berî hilbijartina Parlemenê û ji bo wê yekê piştî guftûgokirinê bi başî zanîn ku sazkirina kongreyê li 25.11.2013 bê paşxistin ku li wê demê de hilbijartina Encûmena Parezgahan jî xelas dibe.
Ji bo wê yekê hemû endamên Komîteya Amadekar sazkirina kongreyê bi girîng dizanin û li vî derbarî de karekî baş hatiye encamdan û sedema vê paşxistinê jî vedigerînin li ser helmeta hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ku Kongre li rewşeke aram û dûrî li kampanyayên hilbijartinê bê encamdan.
Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd
03.09.2013