SHK: Peywendiya PYD û Esed wekî Rojê ronake
![](/wp-content/uploads/SHK_687655691.webp)
Malpera Firatnews a PKK, nûçeyeke pir li çewaşekarî li zimanê çavkaniyek wehmî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve belav kiriye ku qaşo Partî(PDK) daxwaz ji rejîma Esed kiriye ji bo derxistina YPG ji Rimêlan, çend malperekî navxweyî yên Herêmê jî bêyî tu westandineke ji bo lêkolînkirinê gelo ka raste yan neraste, nûçeyê belav kirine.
Em ji xelkê Kurdistanê re radigihînîn ku bingeha wê nûçeyê ji rastiyê dûre û tenê bi armanca veşartina pêvekîtiya PYD ya ji bo rejîma Suriyê ye û li demek de peywendiya di navbera YPG û artêşa rejîma Suriye wekî rojê ronak diyare û hemû xelkê Kurdistanê dizanin li her şerek ku PYD dike bi piştevanî û hevkariya raste rasta artêşa Suriyê li gel daye.
Peyama zelala gelê Kurdistanê ji bo PYD eweye ku madem şerm li îradeya gelê xwe nakin û tirsa we ji xwedê û gel nemaye û hemû armanca we bûye xizmetkirina dagîrkeran, êdî her çi dixwazin bibêjin û bikin.
Çavkaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31/10/2013