Polîtîk

SHK Dîplomatkaran ji rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê agahdar kir

Bi mebesta agahdarkirina dîplomatkar û ‏nûnerên welatên biyanî ji pêşhatên qada siyasiyên dawî, roja yekşemê li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveya Hikumeta Herêma Kurdistanê kombûnekî berfireh li gel dîplomatkar û ‏nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê encamda.

Di destpêkê de Felah Mistefa ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, armanca kombunê ragihand û got: Ev kombûn bi mebesta bi hêzkirina peywendiyan û agahdarkirina ji pêşhatên siyasiyên dawî û tengasiyên li çend parêzgehekî nêzîkî Herêma Kurdistanê û pêşketinên Herêmî û çend pirsekî girîngê pêwîst bi peywendiyan û pêşveçûnên siyasî û aboriyan.

Paşê Fuad Husên bi hurî behsa rûdawên vê dawiyê kir û got: “Rûdaw demeke dijwarin ji bo Iraq û navçeyê, niha Iraqekî din li pêşiya meye ku Iraq piştî rudawên Musilê divê bi hurî muamele li gel bikîn. Aliyê sêyem ketiye di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê, derencam peywendiyeke raste rast li sînora li navbera me da nemaye”, Heman demî hemû aliyek dixwaze bizane ev rewş ji bo çi rûda û çawa rûda, her çende aliyê me ve tiştekî çaverêkirî bû. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê berê jî van metirsiyan ji bo hemû aliyek zelal kiribû. Li Washington jî li gel berpirsên Amerîka me behsa metirsiyan û pêşhatên vê rewşê kiriye. Wate çaverêkirî bû lê belê ewê ku me pêşbînî nedikir rûxan û hilweşandina wê artêşê ya bi tenê 3 demjimêran bû.

Di mijareke dinê kombunê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê behsa pêkhatên grupan û destpêka hatina grupa Dewleta Îslamî li Iraq û Şam ya bajarê Musil û pêşrewkirina wan ya bajarên Selahedîn, Diyale û sînorên li gel Herêma Kurdistanê kir. Heman demî de behsa hevkariya Herêma Kurdistanê ya pêşkêşkirina komek û yarmetiya wan efser û serbaz û hemwelatiyên ku bi sedema rudawan koçberî Herêma Kurdistanê kiribûn kir.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku berî rudawan wan peywendiyê bi berpirsên bilindê Iraqa Federal kiriye û daxwaz ji wan kirine ku şandekî bêne Herêma Kurdistanê bi mebesta guftûgokirina di derbarê çawayiya xwe amadekirin û hemahengiya ji bo rêgirîkirina her pêşhatekî nexwastî. Lê belê daxwaza Herêma Kurdistanê ji aliyê berpirsên Iraqê ve bi girîngî nehat dîtin û ragihandin ku ew bi xwe dikarin kontrola tevahiya rewşê bikin.

Di derbarê çûna hêza Pêşmerge ya navçeyên Kerkuk û dewrubera wê, Fuad Husên ragihand ku piştî bi cîh hiştina wan navçeyan ji aliyê artêşa Iraqê valahiyeke emnî li navçeyê da ji bo hemwelatiyan dirust bû. Herêma Kurdistanê bi erkê xwe zanî ku parêzgeriyê li hemwelatiyên wan navçeyan bi hemû pêkhatan ve bike û ji bo rêgirî li pêşrewên ziyana çekdarên Daîş bike, hêza Pêşmerge wê valahiya emnî pir bike şandine wan deveran.

Hikumeta Herêma Kurdistanê pabendbûna tevahiya xwe dupatkir bi parêzgerîkirina li hemwelatiyên navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêm. Her wiha parastin û dabînkirina emniyeta sînoran yek ji ewlewiyata Hikumeta Herêma Kurdistanê dizane.

Paşê Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Kurdistanê carekî din dîplomatkaran dilniyakir û ragihand ku Hikumeta Herêma Kurdistanê hemû şiyanên xwe bikartîne parêzgerî û dilniyabûnê li selametiya dîplomatkaran û hemû cûre hevkariyek pêşkêşî wan dike çi ewên li Herêma Kurdistanin yan ew dîplomatkarên li Bexda ku dixwazin bêne Herêma Kurdistanê. Heman demê de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku yarmetiya koçberên vê dawiyê bikin û rêxistinên alîkariyê komek alîkariyên xwe pêşkêşî koçberên vê dawiyê bikin.

Paşê çendîn pirsiyar ji aliyê nûnerên welatan ve hate kirin û ji aliyê Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Peywendiyên Derve bersîva wan hate dayîn. Her li kombunê da her yek ji Karwan Cemal Tahîr Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û xanim Siwam Cebelî Sekreterê Berpirsê Fermangehê amadeyê kombunê bûn.

 

 

Back to top button