Nivîsar

Sharo I. Garip: Mistefa Selîmî û wîcdana raya giştî

Bi gotina (Asayîşa YNK kir) nikarîn ji vî karî derbikevîn. Bûyera ku bi kesayetiyê Mistefa Selîmî de hatiye rûdan, hem binpêkirina yasayên navxweyî û hem jî binpêkirina yasaya navdewletiye. Bi mirinê radestkirina Mistefa Selîmî, beşdariyê li kûştarê de kirine.

Li 21.01.2015 an de dema ku Hucam Abdurahman Pêşmergeyê ku destê Daîşê dîl ketibû, li Musilê pêş çavên kamerayan serê wî hate jêkirin, nêrîna wî xwe gihand ruhê me yê herî hestiyar. Tişta balkêş ew bû ku ew çekdarê Daîşî jî ewê ku wê serê wî jêbikira, li pêş kamerayan Kurdî diaxaft û ji gundê Hucam bi xwe bû.

Ev rûdana diltezîn rêze fîlmeke kevnar ya ji dika sedsaleya (Trajediya Kurd)e. Li sala 1938 an de ew kesê serê Ali Şêr jî jêkiribû ew jî Kurdekî ji heman deverê bû. Ew kesên trajediya van dik û sehneyan temaşe kirine vê fîlmê êdî jiber kirine. Ev demeke gelek dirêje li Rojhilatê Kurdistanê, heme her roj xortên Kurdan li bin desthilata rejîmeke tarîtirîn de dihatin darvekirin, lê belê ne li Başûr, ne li Bakûr û ne jî li Rojava bi awayeke ciddî nedikaribû bikeve rojeva birayên xwe. Lê belê ev rûdana Mistefa Selîmî, li her çar perçeyên Kurdistanê de peqîneke wicdanî pêkanî.

Mistefa Selîmî bi salan li Rojhilatê Kurdistanê(Li Kurdistana Îranê) bi salan Pêşmergayetî kiriye, paşê piştî ku dev ji Pêşmergeyî berdaye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û siyasetmedareke ku 17 sale li bendîxaneyê de bû. Li rojên Koronayê de li girtîxaneyê raperînek rûdide û li gel girtiyên din direvin, bi awayeke lez û bez xwe dixwaze xwe bispêre ciheke bi ewle ku ew jî qezaya Pêciwên ya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ye. Ew hêzên ku li bin kontrola YNK bûn, M.Selîmî piştî demekê radestî Îranê dikin û Îran jî bi lez û bez Selîmî darvedike. Eve ne rûdaneke ku li Pênciwên cara yekê rûdide. Berê jî li 13.04.2016 an de Kemal Pêciwênî(Kemal Şêx Sade) li gel 3 hevalên xwe ji aliyên kesên nenas ve hatibûn revandin û qirkirin. Paşê jî ew tawanbar hatin girtin û li pêş dadgehê biryara darvekirina wan hate dayîn. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê Iqbal Muradî ku Pêşmergeyeke kevin bû û paşê bû endameke rêxistineke mafê mirov, ji Îranê reviyabû hatibû qeza Pênciwên ya Silêmaniyê û mixabin ew jî li 17.07.2018 ji aliyê kesên nenas ve hatibû kûştin. Di navberê de 2 heyv derbasnebûn 08.09.2018 rejîma Îranê kurê Zanyar Muradî û xwarzayê Loqman Muradi darvekirin.

Radestkirina serê birayan li Kurdistanê de helbet ne tenê vedîtineke dagîrkerane; metîngeriyên Efrîqa û Viyetnamê jî nêçîriya seran gelek rûdane. Endamên civakên azad jî baş dizanin ku bi radestkirina serê birayan ne li Parisê ne li Washingtonê nikarin tiştek bidestbixin. Eve ne nirxandineke ku bibêjîn pêkhateya dagîrkeriyê de heye û xelas belku divê rêkarên pêşgirtina vê yekê bêne wergirtin. Ji bo dûbare nekirina rûdanên wiha wicdana raya giştî amêr û rêyeke bihêze. Bi taybetî ku li her çar perçeyan de Kurd di nava metirsiyên mezin yên welatên herêmî û hawelgîrî û îstîxbaratên wan de ye û divê rêkarên stratejîk yên ji bo rawestandina kirdarên şerê birakujiya Kurdan bêne wergirtin. Bi vî awayî jî pêwîste demildest partiyên siyasiyên Kurdistanê vê rûdanê dijî hevdû wekî amêreke propagandayên siyasî bikarneynin belku demeke kurt de kirdarên vê rûdanê û peywendiyên wan yên li gel Îranê eşkerebikin û eve jî berpirsiyariya wan bi xwe ye.

Bi gotina (Asayîşa YNK kir) nikarîn ji vî karî derbikevîn. Bûyera ku bi kesayetiyê Mistefa Selîmî de hatiye rûdan, hem binpêkirina yasayên navxweyî û hem jî binpêkirina yasaya navdewletiye. Bi mirinê radestkirina Mistefa Selîmî, beşdariyê li kûştarê de kirine. Başûrê Kurdistanê ku dewleteke federeye neku bikare kesekî xwe spartî radestbike belku nikare hîç penaxwazeke Kurdê welatiyê Îranê jî bêyî lêpirsin û dadgehan radest bike. Her wiha nikarin koçberekê ku ji bajarek bo bajareke dinê Kurdistanê çûye ji welatê wî derbixin. Eve jî binpêkirina mafê welate. Her çende kuştina Dr. Sait Kırmizitoprak û Sait Elçi li benda eşkerekirinê be jî pêkhatina heman rûdanan nayê pejirandin. Ji bo ku Başûrê Kurdistanê rê nede bibe welateke kûştarên nenas, pêwîste nîşan bide ku dewleteke ku têda yasa serwere. Eger na ew Kurdên ku li bi her awayek bê li Başûr dijîn, yan wekî serdan û geştkirinê be wê hest bi ewlehiyê nekin. Her wiha dewlet wekî sazî û damezraweyî hêza xwe ji şerîyeta xwe û ji serweriya yasayê werdigrin. Li bihara Erebî de ew welatên ku wekî berdên domînoyê li pey hev ketin, çavkaniya ketina wan bêdadî û nebûna serweriya yasayê bû. Başûrê Kurdistanê jî divê pend ji bihara Erebî werbigre yasayên ku maf û azadiyan mîsoger dikin û amêrên pêkanîna dewleta civakî bikarbîne. Bi vê yekê jî rûdana Mistefa Selîmî eşkerekirina bûyerê îmtîhan û ezmûneke li pêş Başûrê Kurdistanê ku berev dewleteke serweriya yasayî pengavên davêje. Mercekî bûna dewletê jî ewe ku divê nîşanî welatiyên xwe û raya giştî ya navdewletî dibî ku yasa li welatê we de bi awayeke dadperwerane tê bi cîhkirin. Her wiha rûdanên bombebarana wargeha Mexmurê, li Efrînê revandin û kûştina mirovan, dixwazin Rojava û Başûrê Kurdistanê aloz bikin. Hê ku kirdar xûyane şûna ku bikevin gewriya hev û stuyê hev bila pêkve hêleke parastina sînorên xwe pêkbînin. Ev rûdan ji aliyê Îran û tirkiyê ve hema wisa bêwext nehatine dariştin. Eve jî encama siyaseta (Eger em nebin damezrînerê lîstok û yariyê, emê bibin têkderê yariyê) ye û têkdana yekrêziya Kurdan bû ku li asoyê de dihat xûyakirin. Cîhan hemû bi Korona ve mijule lê belê hinek hê jî bi dijminayetiya Kurdan ve mijulin. Divê wicdana raya giştiya Kurdistanê wêneya mezin ya li siyasetê de bibîne û li torên civakî de rê nede wê zimanê bikarbîne ku bibe sedema pevçûna li navbera Kurdan de û di vê warî de gelek bi hişyar û hessas be.

Sharo I. Garip
Beşda xebatên Rojhilata Navîn ya Zanîngeha Koln
[email protected]

Wergera ji tirkî Rojeva Kurd

Çavkanî:https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2020/04/18/mustafa-selimi-ve-kamu-vicdani/?fbclid=IwAR3kCcNV0lPV83PPyq6YM_vhprpCyHqPej-RWyShmCYK_8dOnkQrgB2-td0

Back to top button