Cîhan

Ji bo 3 milyon kesan 1 amêrekî destkirdê henasedanê heye

CNN li raporek da cîhanê agahdar dike ku eger hawara welatên hejarnişînan ve neçin wê Korona qan qir bike. Ji ber ku beşeke zêdeyê wan ji ber kêmbûna amêr û kelupelên pizîşkî ve dinalin.

Roja 18ê nîsanê hejmara tûşbûyên Korona li cîhanê da gihîşte 2 milyon û 334 hezar û 161 hezar kes jî mirin. Ev hejmar neku rawestandiye, belku roj bi roj bilindbûnê daye. Gelek welat jî hêdî hêdî li pey kirîna kelupelên pizîşkî ne ku berê li nav nexweşxaneyên wan da nebuye. Ji bo wê yekê pîsporên warê tendirustiyê hişyariyê didin Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ku eger wiha berdewam bê Korona welatên hejarnişîn wêran dike.

CNN ku li ser zimanê Lîjneya Hawarhatina Navdewletî (IRC) welatê Başûrê Sûdanê bi mînak aniye ku 4 amêrên henasedana destkird û 24 cihê mayina nexweşên çavdêriya hûr heye, di demek da wî welatî 12 milyon nîştecihên xwe heye û ji bo 3 milyon kesan amêrekî destkird li ber dikevê.

Back to top button