
Seyid Maşallah Karataş ( Bilwanisî ) di sala 1938ê li Tetwanı hatiye dinê.
7 sala di medreseyê de xwendiye. Karataş di medreseyên Tetwanê ya SAK li Bilîsê de Qesrik û li rojavayê Kurdistanê medreseya Xeznewî de xwendiye.
Ji sala 1957ê heta sala 1961ê li Erdîşê Muderisî û melatî kiriye.
Sala 1958ê tevlî hinek hevalên xwe bi pirsa Kurdî ve xebitiye û sala 1965ê tevlî refên PDKT bûye. Ew hevalê Saît Elçî,Faîk Bucak û Şerefettin Elçî bûye.Muxtira 1971ê de hatiye girtin.Piştre jî çalakiya xwe ya siyasî PDKT(KUK)ê de berdewam kiriye. Li devere Bilîsê berpirsiyariya partiyê kiriye.Darbeya leşkerî ya 12 îlona1980ê de cardin hatiye girtin.
Seyid Maşallah ji malbata seyîdên BILWANISÎ ye.Ew di heman demî de tevlî teriqeta Nekşîbendî bû.
Seyid maşalleh roja 23ê temuza 2022ê koça dawî kiriye.
Seyid Maşalleh di heman demî de rûsipiyek yê herêma Serhedê bû û kesayetek bi xwedî ihtiram û dilovan bû.
Herdemî li ser rêbaza barzaniyê nemir maye û şervanek yê rêbaza Barzanî bû. Seyid Maşileh yek ji wan kesan bû ku,di dema xwe de li Hac,umran ziyareta Barzaniyê nemir kiriye.