Hevpeyvîn

Seyda: Helwesata Talebanî em dilgiran kirin

Serokê meclisa netweiya Suryeyê di hevpeyvêneke xwe de li hemeber peyama sersaxiyê a Celal Talebanî bû xûşka Beşar Esedî dilgiraniya xwe diyar dike û dibêje ku ew helwesta Talebanî ku, peyama sersaxiyê bo kesekî binêre yê ku gelê xwe qir dike, cîyê mixabinîyê ye.

Ebdulbasit Seyda serokê meclisa netewiya Suryeyê di hevpeyvêneke xwe de di gel rojnameya Sivîl ku ji başûrê Kurdistanê weşana xwe diek, dibêje:

Helwesta Celal Talebanî ji bo me û gelê surî bêhêvîtî û reşbînî bû.

Seyda dibêje ku, Celal Talebanî mesajeke sersaxiyê ji Buşra Esed, xûşka Beşar Esedê serokê Suriyeyê re şand û di vê qonaxê de ew helwesta Talebanî helwestek posetîv nîne û ciyê mivabiniyê ye ku, mesaja sersaxiyê ji zavayê Esed re dişîne yê ku delê surî qir dike.

Seyda di hevpeyvîna xwe de behsa helwesta hikûmeta Îraqê li hemer şoreşa gelên surî  jî dike û dibêje ku hikûmeta Îraqê digel biryaran de digel rijêma surî hevsoz e.

Abulbasit Seyda serokê meclisa netwewiya Suryeyê behsa hinartina hêzên pêşmerge ji herêma Kurdistanê b rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku, gelê surî bi hemû pêkhateyên xwe ve naxwazin ti kesê destêwerdanê di pirsên wan yên navxweyî de bike û hinartina hêzên pêşmerge bi ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bo rojavayê Kurdistanê dê meseleyê aloztir bike.

Back to top button