Cîhan
Tankên Esad ketine Helebê

Tankên rejîma Esad ketine bajarê Helebê. Ji artêşa Suriyê a rejîma Esad, tankên ku hatibûn sewq kirin, ji wan 10 tank ketine bajarê Helebê û li herêma Selahaddîn dest bi avêtina topan kirine.
Li herêma Sukkerî jî pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku, ji Artêşa Suriya Azad a ji ku muxalifan pêk tê, 2 kesa jiyana xwe wenda kirine. Li Helebê jî tê
payîn ku pevçûnên dijwar biqewimin. Artêşa Suriya Azad, ji boo pevçûnên li Helebê dest bi amadekariyan kiriye. Dîsa Artêşa Suriyê a rejîma Esad, li hemberî
muxalifan ligel top û tankan, helîkopteran jî bikartîne.
Ji fermandarê Artêşa Suriya Azad Memun Gizzî, diyar kiriye ku, artêşa Suriyê ji hama û Şamê, zêdetirî 100 tank sewqa Helebê kirine.