Polîtîk

Demirtaş hewara xwe digihînê kî?

Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş dibêje: “ Ez dikarim bêjim ku şansê kurda hêdî tê guhertin.Lê bi awayek bi istikrar.Ji ber ku her demî dikarê tiştên ecêb çêbibin. Lê cardin ev yek hinek rastiyan na guherê.Ew jî ewe ku hêdî pêvajoya kurd bê statuko  bimînin dawî dibe.

Eve saleke gelek caran em dibêjin: Li ser kurdê Suriye bandora Barzanî tuneye, bandora PKK-ê heye. Eger hun dixwazin herêmek tampon xweser û ji bo Tirkiye bibe cihê baweriyê hunê li gel PKK-ê rûnin. Rêya ku yekem hun kurdên Suriye kar bikin ev e. Duyem jî divê hun mafê kurdên Tirkiye bidin wan.

Tirkiye kerta suriye gelek xirab leyizt. Divê niha guhertinê bike. Niha kesê ku berjewendiyên Tirka û Kurda diparêze Ocalan e. Herdemî got ku, eger Tirk û Kurd bi hevrebin dê bibin hêza herî mezin di herêmê de.

Lê eve saleke hun kesek evkas xwedî bandor têxin di bin tecrîtê de. Hun bi vî awayî dixwazin derdora we dostên we bin.“

Ev gotinên serokê BDP-ê Selahadin Demirtaşin. Demirtaş dibêje Erdogan, di pirsgirêka Suriye de guh bidin PKK-ê, guh nedin Barzanî. Bandore PKK li Rojhilatê Kurdistanê heye. Eger hun guh bidin PKK-ê wê li Kurdistana suriye di çerçova xweseriyê de statukoya kurda çêbibe.Wê kurd ji were herêmek cihê baweriyê ava bikin. Ev yek rê li serxwebûn û federalîzmê digire. Tenê hun divê Ocalan re rûnin.

Demirtaş, hewara xwe digihînê Erdogan û dewleta Tirk. Demîrtaş li gora xwe ji bo li Suriye  dewletek federal yan jî bi awayek din statuya kurdan çênebê şîreta li Erdogan dike.
Rastî div ê pêvajoya ku yekitiyek di nav kurdên Suriye de bi awayekî pêyda bûyî. Ev pêvajoya ku rê li şerê birakujiyê di nav kurdan de digirê, dixweyê ne hesabê hinek aliyan e.

Ne hevceye ku li ser vê daxuyaniya belevacî ya Demirtaş nirxandinek bête kirin. Ji ber ku ew bi xwe armanca xwe vekirî dibêje.
Ya herî dawî mirov bikaribe bêje: Bedelê xwîna bi hezaran lavên kurd ne ev siyaset e û ne ev daxuyaninin…

Nûçe/Analîz

Back to top button