Ji ser komkujiya Roboskîyê re 7 meh derbas bûn

28ê kanuna 2011 an, li gundê Roboskiyê, gundiyên ku debara xwe bi qaçaxiyê dikirin, evarekê dîsa berê xwe dane sînor û çûne Kurdistana Başûr. Her tim kar û barê wan ev bû. Li ber gundiyan bê vî karî, ku hinek dibêjin qaçaxî û ku rastiya wê bazirganiya sînor e, ti kar nehîştibûn û mecbûr bûn ku biçin ji birayên xwe yên wî alî mazot û cixare û rûn û tiştên wisa bikirin û vegerin li vî alî bifiroşin. Gundî ne bi yek û yek, bi karwanan diçûn û dihatin. Dîsa rojeke wisa bû. Ji ber qereqolê re derbas bûn, kesekî ew ranewestandin. Heta sînor çûn, kesekî pasaport li wan nepirsî. Derbas bûn, dîsa ti kes li hember xwe nedîtin. Çimkî ew sînorên ku dibêjin, di navbera wan de qet çênebû ku. Ji bo wan her der axa wan a qedîm a kal î bavan bû.
Li vegerê, 34 gundî, bi balafirên şer yên dewletê hatin bombebarandin. Jê 19 zarok, 34 gundiyên Roboskiyê, bêpirs û bêhesab hatin qetilkirin. Pirraniyê wan li heman malbatê. Hinekê wan zewicî, hinekê wan dergîstî, hinekê wan xwendevan û hemû Kurd. Ji xwe Kurdbûn bes bû, ji bo bêpirs û bêhesab kuştinê. Çimkî her tim gotina ku digotin, îcar pêk anîbûn: “Kurdê herî baş yê mirî ye.” Êdî wê rojê ji bo wan 34 Kurdên baş hebûn. Yên ku cesedên wan yên perçe perçeyî li ser pişta qantira kiribûn û ber bi Roboskiyê ve kiribûn.
Îro tam 7 meh derbas bû, ji ser komkujiyê de. Hîn ne kesek hatiye girti, nejî derxistine pêşberî edaletê.