Civak

Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bîranîn

Ji berî niha 86 salan serokê serhildana azadiya Kurdistanê Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê bi hovitî hatin dardekirin. Sibat a 1925-ê di serokatiya Şêx Seîd de serhildanê destpê kir û di demek kurt de gelek cih vegirtin û heta Diyarbekirê hatin. Lê Mercên wî demî û xortbûna dewletê li himber kurda bû sedemek ku serhiladan negihat armanca xwe û têk çû.

Dema Şêx Seîd darvekirin, wî gotinek got û ew gotin riya tekoşîna gelê Kurd hata niha ronî dike.

Li Diyarbekir  li Deriyê Çîyê cihê Şêx Seîd û havalên xwe hatîn darvekirin, di 86 saliyan wan de bi girsehî hatin bîranîn. Bi hezaran insan çelakiya yadkirina Şêx seîd û hevalên wî de amade bûn û ev hovitiya dewleta Tirk şermezar kirin. Neviyê Çex Seîd Firat axavtinek kir û behsa serhildana Şêx Seîd kir .

Back to top button