Polîtîk

Gul dest avêt pirsgirika parlemetoyê

Ji bo çareserkirina pirsa parlementerên CHP-ê û yên serbixwe ku di parlementoyê de sund nexwarîn, serokkomar Abdullah Gul gavekî tavêje. Gul  sibehî wê pêşwaziyê li serokê CHP-ê Kemal Kilaçdaroglu bike û 1-ê Temuzê jî dê pêşwaziya parlementerên kurdên serbixwe Şerefettin Elçî û Ahmet Turk bike.

Gul  bi xwe serokê CHP-ê Kiliçdaroglu û parlementerên serbixwe dawet kirine ku hevdîtinê li gel wan bike. Gul xwest serokê MHP-ê Devlet Bahçeli jî bibîne, lê Bahçel daweta Gul qebûl nekir.

Back to top button