Berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku hêjmara welatên erebî y ên nivîsîngeha nûnertî yan jî konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê vedikin, ber bi zêdebûnê ve diçin. “Lewra me jî biryar girtiye ku nivîsîngehên herêmê li welatên erebî zêde bikin.”
Niha nûnertî û konsolxaneya 20 welatan li herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê jî 12 nivîsîngehên nûnertiyê li welatên derve hene.
Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji malpera Xendan re got:
– Ofîsên ûneratiyên herêma Kurdistanê yên li derve ji yên welatên Ewrûpa û Amerîka zêdetire, lê me heya niha nûnertî li welatên erebî nîne. Di vî warî de jî em hewl didin ku li welatên erebî nûnertiya xwe vekin. Bi taybet jî ev demeke welatên erebî dest bi vekirina nûnertiya xwe ya li herêma Kurdistanê kirine.
Felah Mistefa di dirêjiya axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku niha ji wan 20 mûneratî û konsolxaneyên welatên derve yên li herêmê hatîn vekirin, tenê 2 ji wan ên welatên erebî ne.
Berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de got:
– Vekirina nûnertiyê li welatên derve pêwîstî bi budçeyê heye. Lê di projeya îsal ya herêmê de ti pereyek ji bo vê armancê nehatiye veqetandin. Ji ber vê yekê em îsal nûnertiyê li ti welatek derve na vekin, lê di plana me de heye û em hêvî dikin ku salên bê wê planê cîbicî bikin û hêjmara nûnertiyên herêmê li derve zêdetir bikin.