Nêçîrvan Barzanî: Êdî top li aliyê Enqerê ye
Rojnamevan Hasan Cemal di nivîsîna xwe ya îro de (Milliyet, 29.06.2011) behsa hevdîtineke xwe ya digel Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike û dibêje li gor Nêçîrvan Barzanî jî di meseleya çareserkirina pirsa kurd de êdî top li aliyê Enqerê ye.
Hasan Cemal li Qendîlê digel Murat Karayilanî serokê konseya rêveber a KCKê axivî û hevdîtina xwe ya pê re di rêzenivîsînên xwe de belav dike. Li gor Murat Karayilan, dewleta Tirkiyê û rêberê PKKê her tişta ku divê bê axaftin axifîne û Abdullah Ocalan bi protokolên cuda nerîna xwe ji dewletê re gotiye û niha ew li hêviya bersiva dewletê ne.
Hasan Cemal dibêje dohî li Selahedînê digel serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axifî ye û bi baweriya Nêçîrvan Barzanî jî êdî top li aliyê Enqerê ye. Hasan Cemal diyar dike ku dê di nivîsîna xwe yên bên de zêdetir behsa hevdîtina xwe û Barzanî bike. (Rûdaw)