Şêx Mehmûdê Berzincî bi dîtinek nû

Şêx Mehmûd kurê Şêx Seîdê kurê Kak Ehmedê Şêxî ye, ji binemala Berzincî ye.

Ji sala (1881-1956)ê yê jiyay.

Li sala 1909ê digel babê xwe çû Stanbûlê bo dîtina Sultan Ebdulhemîdê duyê, demê zivirîn ve Mûsilê, babê wî Şêx Seîd hat kuştin.

Sala 1910ê Şêx Mehmûd cihê babê xwe girt.

Dewleta Osmanlî gelek lawaz bûbû û serhildan li gelek cihan rû didan lê ne serhildanên rêkûpêk bûn.

Şêx Mehmûd zelamê dewleta Osmanlî bû, berî cenga cîhanî ya êkê bi dûmahî bêt anku li sala 1918ê Brîtanyayê Bexda girt. Wan diviya Şêx Mehmûd şerê dewleta Osmanlî bike lewma rê dayê ku bibe rêveberê devera Silêmanîyê û hindek ji deverên Germîyanê.

Li sala 1919ê Şêxî dît ku ber dest û pên wî di vale ne, daxwaza xweserîyê kir.

Îngilîzan daxwaz kir ku danûstandinê digel Şêxî bikin li ser wan daxwazên wî.

Hingê cenga cîhanî bi dawî hatibû, dewleta Osmanlî herifî bû vêca her milletekê parçek ji wê dewleta hilweşyay û rizî ve vedikir. Şêx li ber danûstandinê nehat, hizreka mezin bo xwe û çekdarên xwe dikir.

Li heyva gulanê çekdarên Şêxî ser bi Silêmanîyê da girt. Ev kar e wekî bersivekê bû bo Brîtanyayê, anku em li ber xwestekên we nayên. Brîtanîyan diviya wan cihan bi şer ji dest Şêxî bînit der.

Li Derbenda Bazyanê şerekê dijwar rû da, îngilîz şkestin û ziyanên mezin dan. Paşî Brîtanîyan hêrişeka dîtir kir ser Şêx Mehmûdî û çekdarên wî û di çiyayekê ra asê kirin û bi harîkarîya hindek caşên Hemewendîyan gelek ji çekdarên Şêxî kuştin û Şêx bi xwe jî bi brîndarî ve girt. Mamekî Şêxî bi navê Hacî Seyîd Hesen di wî şerî da hat kuştin.

Li Bexdayê, Brîtanîyan biryara sêdaredana Şêx Mehmûdî da, paşî biryara xwe guhartin bo 10 salan di bin çavdêrîya wan ve be û êkser bir Hindistanê.

Piştî serkeftina hevpeymanan di cenga cîhanî da, (Frensa, Brîtanya, Emrîka û Îtalya) kiras li dûv bejnên xwe ker kirin. Herçende Rûsya jî ji hevpeymanan bû, belê wan nedviya Rûsyayê bikin hevpişka xwe.

Şandeka kurdî bi serokatîya Şerîf Paşay û hindek endamên (Komeleya bilindbûn û pêşkeftina Kurdistanê) – (Cem’îyet Te’ialî û Tereqqî Kurdistan) li Parîsê pişikdarî di Kongireya Aştîyê da kir û daxwazên kurdan gehandin kongireyê.  Di peymana Sîverê da li sala 1920ê, sê xalên giring ji bo kurd û Kurdistanê hatin nivîsîn û ya ji hemîyan giringtir benda jimare 64 bû. Di wê bendê da hatibû ku piştî salekê, heke kurdan bivêt ji dewleta Tirkîyayê cuda bibin û serbixwe bijîn, hingê kurd dişên wê daxwazê bigehînin Koma Milletan (Usbet El-Umem) û heke Koma Milletan dît ku dê kurd şên welatê xwe bi rêve bibin, hingê divêt Tirkîya ji Kurdistanê derbikeve!

Ji ber vê bendê Ataturkî gelek pêkol dikir ku vê peymanê bi cih neînin. Piç piçe xwe nêzîkî Brîtanyayê kir û li kongireya Londonê li sala 1921ê bi amadebûna hevpeymanan, êkem wezîrê derve yê Tirkîyayê Bekir Samî Begî got: “Mîsopotamiya gelek bê biha ye li beramber hevalînîya me û Brîtanyayê da”.

Helbet hingê îngilîzan cihê lingên xwe li Mûsilê xweş kirbûn, belê hêşta tirs têda hebû ku ji dest bide çunkî nêzîkbûnek di navbeyna peywendîyên Rûsyayê û Tirkîyayê da hebû û herwesa Tirkîyayê gelek ji erdên di dest Yonanîyan da bi şer vegerandibûn ve.

Serkeftinên leşkerî yên Tirkîyayê, tirsek êxist dilê îngilîzan da, lewma li kesekî digeryan ku bkare sergêjîyê ji bo Tirkîyayê dirust bik da ku daxwazên wan sinûrdar bike. Îngilîzan nûnerekê xwe hinart def Seyîd Tahayê Nehrî da ku li wê deverê li dijî Tirkîyayê dest bi şoreşekê bike. Seyîd Taha hingê mêhvanê Simkoyê Şikak bû.

Li Îranê hukmê Qacarîyan sist bibû û nêzîk bû hukmê dewletê ji dest bidin. Her ji ber hindê Seyîd Tahayî gelek çekdar li gel xwe birbûn da ku dijî Qacarîyan piştevanîyê li Simkoy bike û wî cab da îngilîzan ku ew di wî demî da neşêt vebgere.

Demê îngilîzan dît ku Seyîd Taha dê direngtir vegere û kawdanên deverê nedixwast ew xwe li Seyîd Tahayî bigrin lewma careka dîtir li nîva heyva Tebaxê li sala 1922ê Şêx Mehmûd ji Hindistanê vegerand ve Silêmanîyê û gotê: Daxwaza mafê gelê kurd bike!

Helbet wan ne ji ber çavên reşên Şêx Mehmûdî û ne ji ber milletê kurd bû ew zivirandî ve, belku zêdetir ji ber hindê bû ku fişarê bêxin ser Tirkîyayê da ku destan ji Mûslê bişot.

Demê Şêxî xelk li derdora xwe dîtin û çekdarên wî berew zêdebûnê diçûn, hizrek mezin bo xwe kir û ji qebareya xwe zêdetir bo xwe deyna, belê hisêbên wî xelet derçûn. Û bi pêçewane ve, wî nedvîya hîç kesekî bi navûdeng li dorên wî hebe.

Mînaka herî pêşçav ew bû ku demê Simkoyê Şikak çûy def Şêxî, ewî li destpêkê bi germî bixêrhatina Simkoy kir belê wekî mêhvan wergirt, ne wekî kurdekî ku di hewara wî çûye.

Egera wê jî ew bû ku Simko ji wî bi navûdengtir bû lewma tirsa Şêxî ew bû ku serkirdayetî bo Simkoy biçe, nexasme ku Seyîd Tahayê Nehrî jî li gel bû. Û hatina Simkoy û Seyîd Tahay li ser daxwaza Brîtanîyan bû belê pa herdu direng gehiştin çunkî mijûlî şerekî bûn dijî Şahê Qacarî.

Piştî Seyîd Taha çûy Bexdayê da ku amadebûna xwe û Simkoy bo wan bide diyarkirin, hingê îngilîzan Şêx Mehmûd ji Hindistanê vegerandibû ve Silêmanîyê û ew şolê wan diviya bi Seyîd Tahay bikin, Şêxî bi stuyê xwe ve girtibû.

Şêx Mehmûdî navê paşayê Kurdistanê (Melikê Kurdistanê) deyna ser xwe û daxwaza deverên Kerkûk û Mûsilê jî kir. Ev daxwaz e li ser dilê îngilîzan giran bû, hêzên Îraqê digel yên Brîtanyayê bi piştevanîya teyaran, şoreşa Şêx Mehmûdî şkand. Brîtanya li 04.03.1923yê bajêrê Silêmanîyê girt û êxist ser dewleta Îraqê. Herdu şoreşên Şêx Mehmûdî di demekê gelek kurt da hatin ji binbirin ku şoreşeka wî nêzîkî heft heyvan dom kir û ya dîtir hêşta kêmtir.

Herçende şoreş û serhildanên Şêxî di demekî guncay da bûn ku li serdemê Cenga Cîhanî ya êkê da bûn û her welatek û neteweyek bi xwe ve mijûl bûn, belê hemca Şêx Mehmûdî nikarîbû peywendîyeka baş li gel serkirde û girgirên kurdan dirust bike, ji ber wê mezinahîya wî bo xwe hesêb dikir, şoreşên wî di demekê kurt da şkestin.

Herwesa neşya mifay ji hatina îngilîzan  jî bibîne, piştî ku bo her kesekî diyarbûy ku dewleta Osmanlî herifî û êdî nikare rabe ve ser lingên xwe, belê her çavê Şêx Mehmûdî li zivirîna dewleta sultanên Osmanlî bû û her ji ber hindê jî got:

Ezê hindî hewar dikim

Hewara turkan dûr e

Birayno, kurdxayîno.

Renge ev gotin e, pisyarekê li def xwendevanan dirust bike ku Brîtanyayê daxwazên Şêxî qebûl nedikirin, vêca çewa da Şêx peywendîyan digel wan girê bide?

Helbet îngilîzan qebareya Şêx Mehmûdî niyasî ka çend e, li gor wê qebareyê mifa dida Şêxî. Piştî şkestina şoreşa şêx Mehmûdî, peywendîyên Brîtanyayê û Tirkîyayê baştir bûn û Brîtanya li ber daxwaza Mistefa Ataturkî hat ku êdî rê nede şanda kurdî ku daxwazên xwe bigehîne wan kombûnan û bi êkcarî kurd û ermen hatin dûrêxistin.

Li 24ê tîrmeha sala 1923ê peymana Lozanê, hemî daxwazên kurd û ermenîyan bi paşguh ve havêtin û nehêla kurd û ermen pişikdarî wê peymanê bibin û bi êkcarî bendên peymana Sîverê yên girêdayî ermen û kurdan nehêlan. Her hingê welatên pişikdar di peymana Lozanê da, dan bi dewleta Tirkîyayê dan li jêr serokatîya Ataturkî.

Azadê Batîfî

23.07.2020

Göteborg- Swêd

Nerîna min :