Polîtîk

Seroka Parlementoyê li gor biryarên partiya xwe tevdigere

Siyasetmedarê kurd Dr. Mahmûd Osman ragihand, hizba seroka parlementoya Kurdistanê jê re çi dibêje bi ya hizba xwe dike û divê rêzê li pîrozbûna parlementoyê bigire.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di jêr fişara taqîmekî YNKê deye û xwe ji civînên parlementoya Kurdistanê vedişêre. Ji ber wê helwêsta Rêwaz Fayeq gelek kes rexneyan lê dikin û aşkere dikin Rêwaz Fayeq ligor biryarên hizba xwe tevdigere.

Siyasetmedarê naskirî yê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re axivî û got:”  Nabe hêzên siyasî bi wî awayî milmilaneyên siyasî bikin. Weke Kurdistan kêşe û arîşeyên me gelek in. Tirkiye, Iraq, Îran dijî me ne. Heqe hêzên siyasî lihev rûnên û arîşeyan çareser bikin û naber ew arîşeyên di nava hizban de ne derbasî nava hikûmet û parlementoyê bibin. Divê ev dezgeh karê xwe bikin. Mixabin seroka parlementoyê di bin tesîra hizba xwe de ye.”

Herwiha Dr. Mahmûd Osman aşkere jî kiriye nabe seroka parlementoyê di bin tesîra hizba xwe de be û bi biryara hizba xwe be. Herwiha Osman tekez jî kiriye divê seroka parlementoyê rêzê li pîrozbûna parlementoyê bigire û li gora wê tevbigere.

Back to top button