Dadgeh hate rayê: Ala Kurdistanê ne tawan e

Li bajarê Wanê dagehehê biryar da ku bilindkirina Ala Kurdistanê ne tawane. Wek tê zanîn li Tirkiye gelek kes bi bilindkirina Ala Kurdistanê li bakurê Kurdistanê hatine tawanbarkirin û di derbarê wan de doz hatine vekirin. Piraniya wan kesan jî dihatin cezakirin.
Taybetî dema ku Tevgera Ciwanên Kurdistanê komeleya xwe bi navê Kurdistanê avakirin û Ala Kurdistanê di hemû qadan de bilind kirin, di derbarê gelek endam û berpirsên wan de doz hatin vekirin. Ew ciwan bi endamêtiya PKKê dihatin tawanbarkirin û bi vî awayî dihatin siza irin. Heta li Diyarbekir di dadgehê de gotina berpirsêk yê Tevgerê gelek balkêş e. Berpirsê Tevgerê ji dadwer re dibêje: Me tu tawan nekiriye heta ku em xwe biparêzin, ez ne endamê PKKê me li dijê kiryar û siyaseta PKKê me. Ez Kurdim, Kurdistanek serbixwe diparêzim û hemû demî Ala Kurdistanê bilind dikim. Eger hun ceza bidin min ji bo baweriya min bidin. Lê hun bi ithama ku ez PKK yîme ceza bidin min, ev yek dibe delîla ku hun û PKKê li gel hev tevdigerin.
Vî ciwanîn ceza girt û demekî di girtîgehê de ma.
Heman doz li Wanê vebû, gencek bi navê Ahmet Kinay di medya civakî de weneyek xwe li ber Ala Kurdistanê girtîbû û ew wene di medya civakî de belavkirîbû. Bi vê mebestê li dijê Kinay doz hate vekirin û ew jî bi endametî û kirina propaganda PKKê dihat itham kirin. Lê di dawiyê de dadgehê biryar da ku, ev ala herêma Kurdistanê ye û Al li herêma Kurdistanê meşruye. Ne Ala PKKê ye. Dadgeh di biryara xwe de dibêje: Li gora destûra Iraqê herêma Kurdistanê heye û meşruye, ev Al jî li gora destura Iraqê li herêma Kuridtanê meşruye. Tu pêwendiya vê bi PKKê re tuneye.

Di derbarê vê biryara dadgehê de Ahmet Kinay dibêje: Wek kesayetek û di warê civakî de ez gelekî keyfxweş bûm.Ev biryar tenê min girênade.Di vê derbarê de gelek doz hene.Heta di girtîgehande ji bo heman sedemî girtî hene. Ez gelek bextiyarim ku ev biryar hate dayîn.
Kinay navbera salên 2012 -2017ê li zaningeha Wanê xwendevan bû. Kinay behsa weneyê xwe li gel Ala Kurdistanê dike û dibêje: Di wê demê de berpirsên zanîngeha Duhokê ji bo guhertina xwendevanan serdana zaningeha Wanê kirîbûn.Lî zaningehê standek vekirin û li wê derê Ala Kurdistanê hebû.Min jî weneyek li ber Ala Kurdistanê girt.Min ev weneyê xwe di medya civakî de par vekir. Ji bo vê yekê di derheqê min de doz hate vekirin û ez bi kirina propagandeya PKKê hatim itham kirin.Dawiyê de dadgehê biryarek dîrokî da.