Serokê şeredariya mezin a Stanbulê Ekrem Îmamoglu bi minasebeta 97mîn salvegera peymana Lozanê di medya civakî de daxûyaniyek belav kir.
Îmaoglu di daxûyaniya xwe de dibêje: Peymana Lozanê , destxistina dîplomasiye ye ku di şerê sengereda serkeftin pêkhatibû.Lozan tapuya Tirkiye ye.
Tê zanîn ku Peymana Lozanê ji bo Kurda peymana dabeşkirin û dagirkirinê ye. Peymana Lozanê têkbirina Peymana Sewrê ye. Li Lozanê dewleta Tirk di dema Ataturk û Îsmet Înonî de, ji bo destkeftiyên Kurda têkbibin û Kurd li Tirkiye nebin xwedî statûyekî gelek tavîz dan Ewropiya û herweha Kurd bi xwe jî bi awayekî hatin xapandin.
Ji bo vê yekê jî heja Lozan ji bo Kemalistên nijadperest gelekî girîng e û her dema pêwistbe jî vê bi daxûyaniya çavê Kurda re dikin.
Îmamoglu bi dengê HDPê bû serokê şeredariya Stanbulê, ev daxûyaniya Ekrem Îmamoglu bila diyariyek be ji bo Kemalîstên Kurd. Ji ber ku heman tiştê difikirin û ji ho heman armancê ditekoşin.