Civak

Şewirmendê civata ewlekariyê sala nû pîroz dike

 

Bi minasebeta hatina sala nû ji dil pîrozbayî li tevahiya hemnîştimanên xwe li Kurdistan û tevahiya Gelên Îraq û Deverê dikim û hêvîdarim sala nû sala dawî hatin bi tevahiya nexweşî, alozî û şer û tundûtîjiyan û sepandina aştî û ewlekarî li Deverê de be.

Hêvî dikim dawî bi rijandina xwînê li Sûriyayê jî be û tevahiya Gelên Sûriyayê bi taybetî Gelê me yê Kurd bigehêje mafên xwe û di bin siya aramî û aştî de tevahiya bandorên şer û xirabkariyan ji holê rakin.

Di demekî de em pêşwaziya sala nû dikin ku, di nava Îraqê de çendîn kêşeyên mezin û sereke hene û yê herî girîng jî kêşeyên navbera Hewlêr û biryarbidestên desthilata Bexdayê deye hêvîdarim bi girêdayî bûna tevahiya aliyan bi destûr û pîwerên wekhevî û beşdariya rastîn di birêvebirina welat de dawî bi wan kêşeyên han were û Îraq jî ji her cure eqiliyeteke pawenxwazî û takrewî dûr bikeve.

Li ser asta Kurdistanê de jî hêvî dikim her weke niha bi yekhelwestî bikaribin bi tevahiya pêşhatin heyî re rûbirû bibin û tevahiya me hewl bo bihêztir kirina ev  tebayiya han bide û bi taybetî dibe ev yekrêziya han jî bandoreke gelek baş li Deverên Kurdî yên ji Derveya Kurdistanê bike û ev yekhelwestiya Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê cîha rêza tevahiya pêkhateyên Kurdistanê ye û omîd bexşe bo misoger kirina paşerojeke pirşingdar bo Gelê me li Deverê de.

Herwiha livir de cîha xwe ye ku, em mêraqên xwe bo rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê jî diyar bikin û daxwaz ji xwedê mezin dikin ku, bilez nav hatî şîfa bide.

Gelê me ev yek îsbat kir ku, Gelekî xwedan morala bihêz û amadeye ku, di demên pêwîst de bi awayekî yekdeng helwesta xwe diyar bike û parêzgarî ji destkeftên heyî bike, lewre Gelê me hêjayê her cure xizmet kirinêke lewre ez jî weke tevahiya xelkê Kurdistanê daxwaz dikim ku, asta xizmetgozarî û awedaniya Kurdistanê bilindtir bibe û her cure gendelî û birokrasiyetek ku, dibe sedema hêdî kirina xizmetgozariyan were astengkirin.

Hêvîdarim ku, hevdem ligel meşxûl bûn bi kêşeyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de aliyên peyvendîdar girîngî bi warên xizmetgozarî jî bidin.

Tevahiya pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de bi bin siya aramiya Kurdistanê deye lewre di cîha xwe deye ku, destxweşiyên xwe pêşkêşî tevahiya birayên xwe yên can li serdest di nava pêkhateyên curbicur yên civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê de bikim.

Hêjaye ku, livir de jî qehremanî û fedakariya hêzên Pêşmergeyên qehreman bi bîr binîn ku, di nava vê demsala dijwar ya zistanê de di nava sengera parastina destkeftên heyî, demokrasî û destûra bingehîn dene.

Careke din sala nû pîroz be û hêviya me bextewerî, xweşî, şadiye ji bo tevahiya pêkhateyên nîştimana xwe û tevahiya Gelên Deverê.

31.12.2012

 Mesrûr Barzanî

Back to top button