Civak

Serok sala nî pîroz dike

Peyama serokê Kurdistanê ji bo sala nûye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo dawî hatina sala 2012 û destpêka sala 2013 ê zayînî ve, silav û pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî hemû çîn û tuwêjên gelê me û hemû partî û aliyê siyasiyên Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim, bi taybetî xuşk û birayên xweşdivî û partî û aliyê siyasî û rewşenbîrî û civakî yên Mesîhî li Kurdistan û ew xuşk û birayên Mesîhiyên ku bi her sedemek hatine Herêma Kurdistanê weku penagehekî aram û silavên pir dilsozî jî bi malbatên serbilindê şehîdan û enfalkiriyan û hemû birayên Pêşmergeyên Kurdistanê radigihînim.

Hêvîdarim sala 2013, sala aştî bê li hemû welatên cîhanê da û sala destkeftên zêdetir û bi pêkve karkirina hemû pêkhat û aliyên Kurdistanê bê bi navê pêşketina zêdetirê Herêmê li ruyê siyasî û demokratî û aborî û avadankirinê û pêkanîna armancên neteweyiyên gelê me. Li welatê xwe jî mixabin îro ku pêşwaziya sala nû ya zayînî dikîn, Iraq bi tengasiyeke siyasiyê tirsnak da derbas dibe û pêwendiya navbera pêkhatan berev ji hevdû hilweşanê ve û ji hevdû cûdabûnê ve diçê, eve jî wiha dixwazê ku serkirdeyên siyasiyan li asta berpirsiyariya xwe ya nîştimanî û dîrokî da bin û gelek bi hîkmetê ve têkilî li gel rewşê da bikin û berjewendiya bilinda xelkê Iraqê li pêşî berjewendiya kes û partî û eşîriyê ve li ber çav bigrin û xala hevdû gihiştinê û dûrî li êrîş û xwe sepandinê de destûra Iraqê bikin navbijwan û hakem.

Carekî din hêviya salekî pir bi bextewerî û asûdeyiyê ji bo hemû aliyan dixwazim û hêviya min ewe ku xwedayê mezin piştevanê me bê ji bo wê yekê ku sala xwe ya nû bi projeyên mezin û hengavên pir li xizmeta gel û nîştimana xwe bi cîh bînîn.

Li gel rêz û xweşdiviyên min

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/12/2012

Back to top button