Şêwermendekê serokê Tevgera Goranê, pêşniyar dike ku herêma Kurdistanê bi ser du herêêm cuda de bê dabeş kirin û her herêmek bi serê xwe îdareya xwe bike. Bi gotinek din, ew şêwermendê serokê tevgera Goranê dixwze wîlayeta Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê veqete û bibe herêmeke serbixwe. Rêbîn Herdî şêwermendê Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê di gotareke xwe de ku di rojnameya Awêne de hatiye weşandin dibêje ku heta nuha di piraktîkê de herêma Kurdistanê bi ser du zonan de dabeş bûye û xelkê herêma Kurdistanêl ji aliyê du îdareyan ve tê birêvebirin.Ew şêwermendê Newşêrwan Mistefa pêşniyar dike ku herêma Kurdistanê bi ser du herêman de bê dabeş kirin û her herêmek bi serê xwe îdareya xwe bike. Weke tê zanîn gelek caran ji aliyê kesatî û rewşenbîrên nêzîkî Tevgera Goranê dengê dabeşbûna herêma Kurdistanê bi ser du herêmên cuda de tê bihîstin. Piraniya wan kesan jî yên vê pêşniyarê dikin xelkê Silêmnaiyê û alîgirên Newşêrwan Mistefa ne.Ev pêşniyar di demkê de tê kirin ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pirojeyê serxwebûna Kurtdistanê daye hermû aliyên siyasiyên Kurdistanê û di hemû waran de li ser pirsa avakirina dewleta kurdî bicidî dixebite.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: