Civak

Hikûmeta Kurdistanê kiryara Dîlokê şermezar dike

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de teqîna bajarê Dîlokê, li bakurê Kurdistanê, şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbanî û birîndarên bûyerê dike. Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmetê:Em, wê kiryara terorîstiya duhî li bajarê Dîlokê hatî encam dan û hijmareke zêde ji xelkê sivîl û bêguneh kirin qurbanî, bi dijwarî şermezar dikin. Em sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkiyeyê dikin û hêviya zû çakbûnê ji bo birîndaran dixwazin.Ev kiryara hovane ya terorîstan û kiryarên wan yê nemirovane yên din ku bi awayekî metirsîdar li deverê û li cîhanê dubare dibin, divê ji bo civaka navdewletî û bi taybetî ji bo welatên deverê hokareke be ku, bi îrade û berprisiyeke mezin rûbirûyê terorê bibin û ji bona jinavbirin û binbirkirina terorê û terorîstan zêdetir hevahengî û hevkarîyê bikin. Em hîvdar in encamderên wê kiryara terorîstî bigihin cezayê xwe yê adil û gelên cîran û cîhanê jî bi aramî û dûr ji gefên destê reşê terorîstan ji bona binyatdanan û parastina şaristaniyeke pêşkefî ya jiyandost ji bo tevaya mirovatiyê, li ser jiyaneke xweş û geşkirinê berdewam bin.Civata wezîrên Herêma Kurdistanî21.08.2016

Back to top button